Nûçe (9/12/2000): ji raporta nûçeyan ya Beshê Kurdî - Radyoya SBS li Australya - hatiye
girtin:

 
Di ev sherê nû yê di navbera hêzên YNK û PKK de ku li herêmine bashûrê Kurdistanê yên
di bin karbidestiya Yeketiyê de berdewam e, YNK di weshanên xwe yên dengî û nivîskî de
ta radeyeke bilind bêdeng e. Di dema ku organên PKK û yên ser bi wê ve wek cara yekem di
propaganda û shêweya ragîhandinê de berdewam in, organên YNK li bervaciya cara yekem
dest ji propagandayê û ragîhandinên berfireh di derbarê sher de berdane. Li milê din, di
dema ku hejmareke ji berpirsiyarên û pishtgirên PKK, wek Osman Ocalan, Ramzî Kartal û
Nizamettin Tash di hevpeyvîn û ragîhandinan de beshdar bûn, berpirsiyarên YNK di van
demên dawîn de beshdare çi hevpeyvînan nebûn. Ber çend rojan birêz Kartal ku endamê
“Kongereya Nishtimanî ya Kurdistan” e ji Tehranê di hevpeyvîneke telefoniye li gel beshê
kurdî yê Dengê Emerîka de Yeketî wek aliyê tawanbar bi nav kir, çimkî nepejirandiye di
derbarê rawestandina sher de beshdare guft û go bibêt, bi gotina wî.

Di derbarê sherê di destpêka hefteya borîn de dest pê kiribû çi agahiyên rêk û pêk ji aliyîn
serbixwe de nînin, ji bilî wê yekê ku PKK nepejirandiya hêzên xwe ji devirine ku di van
demên dawîn de bi dest xistibûn derîne, wekî ku serdariya Yeketiyl xwaztibû.  Organên
PKK duhinî diyar kirin ku ji pêshmergeyên Yeketiyê 100 û ji gerîlayên wan 35 hatine
kujtin. Raporteke ji Tirkiyeyê, li milê din, diyar dike ku dora 100 gerîlayan ta roja eynî
hatibûn kujtin û hejmara pêshmergeryên hatinî kujtin ne diyar bû, lê bi texmînan nêzikî 50
miriyan e.

Li gor raportên di dest de ev sherê dawîn li doraliyên Ranya û Qele Dize, devera Nawdesht,
cîh digirêye.

Ji aliyekî din ve, PDK di beyannameyekê de rexneyên tûj li YNK girtin çimkî Yeketiyê
Partî bi pishtgiriya PKK tawanbar kiriye. PDK di bayannameya xwe de PKK wek
rêxistineke tirskare ji erfên têkoshîna neteweyî ya kurdî dûr bi nav dike û dibêje ku YNK bi
salan hevalbendî li gel PKK kiriye û ew li dij PDK hêvotiye.  Bi dîtina berpirsiyarên PDK,
“YNK nuha nerxê shashitiyên xwe didêye.”

PDK damezirandina komîtiyeke ji partiyên kurdistanî pêshhniyaz dike da ku li rastiya
rewshê bigerin û wê ji bo raya gishtî bidin zanîn.

 
Biryareke qanûnî ya ji aliyê parlemana Tirkiyeyê de hatî pejirandin dikare bibête egera
serbestkirina nîvê girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de. Lê pêwîst e berê ji aliyê serokkomarê
welêt Ahmed Necdet Sezer de bête pejirandin. Heke birêz Sezer ji bo biryarê bibêje erê, 10
sal ji cezayên bo girtiyan hatî dayîn ê dakevin. Ev yeka jî dê rê li pêsh serbestberdana dora
35 000 girtiyan veke. Tête gotin, dora 70 000 girtî di girtîgehên welêt de hene.

Wekî tête zanîn, serokkomarê par Suleyman Demirel biryareke wek vê nepejirandibû çimkî
hejmareke ji hemwelatiyan li dij bexshandina cezayên kesên di kiryarên cerîmetê de beshdar
bûnî ne.

Hêjayî gotinê ye, girtîgehên Tirkiyeyê misht in û bicîhkirina biryarê dikare karê
berpirsiyarên girtîgehan piçekî hêsantir bike. Di eynî demê de dikare wek kiryareke erênî ji
aliyê Yeketiya Ewropayî de bête hesibandin.

Ji aliyekî din ve, girêva xwebirçîhîshtinê ya bi sedan girtiyên ji rêxistinên milîtane çep
berdewam e. Hindek kes di wê tirsê de ne ku di van rojên li pêsh de hindek ji wan heye ku
bimirin.

 

Raporteke Konseya ewropayî diyar dike ku rewsha serokê PKK Ebdullah Ocalan di
girtîgehê de gellekî ji rewsha girtiyên girtîgehên din bashtir e. Odeya wî ya di girtîgeha
Imralî de “wek modêleke ji bo odeyên girtîgehan e.” Li gor raporta ji aliyê Komîtiya
Konseyê ya li Dij Êshkenceyê hatî amadekirin, odeya birêz Ocalan bi qasî 13 metroyên
çarkoshe ye, bash hatiye rohnkirin, tê de dûsh, mobêlya û makîneya qerimandina bayî hene
û her tishtê tê de bi kalîteya bash e. Lê raport rewsha di girtîgehine din de aloz diyar dike û
dide zanîn ku di girtîgehên wek yên li Stenbolê û Izmîr de girtî tûshî hejmareke ji metodên
êshkenceyê hatine, wek êshkenceya bi elektrîgê, lêdanê û bidarxistina ji piyan ve. Li gor
raportê, serokekî sendîgehan, bi navê Suleyman Yeter, di heyva 3yem ya sala borîn de bi
encama êshkencedîtinê miriye. Li gor hukûmeta tirk 3 polîsên berguman ji ber vê yekê têyên
dadkirine.

Lê gor raportê, 4 pijîshk rewsha birêz Ocalan ya tenduristî binçav dikin. Wî radyo, kovar û
rojnameyên tirkî yên rojane hene. Her weha hatiye diyarkirin ku ji bo parastina wî ji
bandora tenêmayînê karmendek rojane di katên cuda de li gel wî diaxife. Wî her weha maf
heye di shûneke ji 45 metroyên çarkoshe de levînên werzishî bike.

 

Ebdella Hesenzade dîsan wek Sekretêrê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê hat
helbijartin. Li gor rêbazê rêxistinê, sekretêrek maf heye du cara bête helbijartin.

Kongereya PDK-Îranê ber çend rojan li bashûrê Kurdistanê cîh girt û 3 rojan domand.

 

Rêxistina Neteweyên Yekgirtî û hukûmeta îraqî di derbarê nerxê firotina nefta îraqî de li hev
kirin. Wekî diyar e ev kêsheya bûbû egera rawestandina derhanîna neftê ji aliyê Bexdadê de.
Çaverê tête kirin ku nefta îraqî dîsan bigihê mezatên navnetewyî.

Wekî diyar e, Îraq maf heye rojê 2,2 milyar bermîl ji nefta xwe bifiroshe, da ku pereyên jê
têyên ji bo kirîna kel û pelên xwarinê dermên û bernamene rêxistina navneteweyî bêyên
xerckirin.

 

Berpirsiyarên kuwêtî ragîhandin hêzên wan 5 keshtî rawestandine ku texmîn tête kirin li
bervaciya ablokeya li dij Îraqê di kar de bûn. Di 3 keshtiyan de barekî ji 520 bizinan û 402
miyan hebû û du keshtiyên din barekî ji 872 ton xurmeyên îraqî hilgirtibûn. 51 keshtîvan
hatin girtin.  Axifgerekî kuwêtî got, hêzên kuwêtî bi alîkariya hêzên navneteweyî yên
ablokeyê tehqîb dikin bi karê xwe rabûne.

Sala par Kuwêtê dest dabû ser 25 keshtiyan û barê di wan de. Ew di mezatên gishtî de
hatibûn frotin, keshtîvanên wan bi pereyan hatibûn cezakirin û li welatên wan hatibûn
vegerandin.

 
Meceristan wê bizavê dikêye ku 90 penaxwazên neqanûnî ji hemwelatiyên îraqê ku bi
pirranî Kurdên bashûr in li Yewnanistanê vegerîne. Li gor penaxwazan, rêberê wan li nêzikî
sînorê Yewnanistanê yê li gel Meceristanê dest ji wan berdaye û ew bi shashî ketine nav erdê
Meceristanê. Li gor yekî ji wan, her endamekî komê 700 dolarên emerikî dabûne
qaçaxciyan da ku wan ji Tirkiyeyê bigihînin welatekî Ewropaya rojava; gotiye ew “ji ber
stemkariya Seddam Husên direvine da ku li Ewropa bi xweshî û di nav
azadiyê de bijîn.”

Meciristan li benda bersîva hukûmeta yewnanî ye, ka ew ê zivirandina van penaxwazan li
Yewnanistanê bipejirîne yan na. Li gor berpirsiyarekî mecerî, ji bo nuha ew wek kesên bêyî
rêdan sînor derbas kiribin têyên hesibandin.
***********************
The Kurdistan Observer
www.kurdistanobserver.com

Click Back In Your Browser To Return To News Headlines
 

Hosted by www.Geocities.ws

1