MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • "Melayê Meşhûr" bi amadekariya M. Emîn Bozarslan
    Nasandin: D. Înal


    Melayê Meşhûr qehremanek mesela pêkenokan e. Ew mesele li Kurdistana Bakur di nava gelê Kurd da tên gotin û bûne beşek ji edebiyata Kurdî ya devkî. Li ser kesîtî û netewetiya Melayê Meşhûr zimanên cure cure da gelek tişt hatine gotin û gelek tişt jî li ser Melayê Meşhûr hatiye nivîsandin. Her weha li gelek welatan li ser Melayê Meşhûr pirr efsane hatine afirandin û ketine dev zaran.

    Îranî Melayê Meşhûr ji xwe ra dikin mal. Ji bo nivîsaran Îranî navê Melayê Meşhûr, Molla Nesîruddîn’e. Li ser Molla Nesîruddîn gelek tişt nivîsandine. Hin lêgerên Azerbeycanê di navbera pêkenokên Melayê Meşhûr û Molla Nesîruddîn kirine wekhevî dîtine û wisa qebûl kirine ku Melayê Meşhûr û Molla Nesîruddîn bi xwe bûye.

    Tirk jî dibêjin ku Melayê Meşhûr Tirk bûye û navê wî Nesreddîn Xoce bûye. Li bajarê Akşehîrê jiyaye û li wir wefat kiriye.

    Ereb jî Melayê Meşhûr dikin Ereb. Li welatên Ereban navê wî Cuha ye û meselokên wî gelek belav bûne.

    Hin Kurd jî Melayê Meşhûr Kurd dihesibînin. Pêkenokên Melayê Meşhûr bi Kurdî cara pêşîn 1939an da ji aliyê Mamosta Mihemedê Mistefa ve hatine çapkirin.

    Brêz M. Emin Bozarslan, li ser mesela Melayê Meşhûr lekolînek hêja kiriye û li ser wî pirtûkêk çap kiriye. Pirtûka M. Emin Bozarslan li ser navê Melayê Meşhûr çapa pêşîn 1986an da li Swêdê hatibû weşandin. Çapa wê ya 2yan ji nuha ji aliyê Weşanxana Deng ve hatiye weşandin.

    Pirtûka Melayê Meşhûr 248 rûpel e û di nav pirtûkê de 150 meselên Melayê Meşhûr hene. Nivîskar M. Emin Bozarslan ji pirtûkê ra "Pêşkeşî"yeka dirêj nivîsiye û "Pêşkeşiyê" da pêkenokên Melayê Meşhûr ji hemî aliyan ve dane nasîn. Brêz Bozarslan jibo zelalkirina hin peyv û peyvikên pêşkeşiyê û pêkenokan, ferhengokek jî amade kiriye. Ew ferhengok di dûwayiya pirtûkê da ye.

    Jibo pirtûka Melayê Meşhûr nivîskar M. Emin Bozarslan weha dibêje: "Ev pêkenok hemî li Kurdistana Jorîn di nava gelê Kurd da bi zarê Kurdiya jorîn tên gotin. Wek ku me li jor jî da zanîn, celebek ji van pêkenokan ji bil zimanê Kurdî di hin zimanên dî da tên gotin; celebek jî taybetên bi Kurdî ne û tenê li Kurdistanê tên gotin. Me di vê pirtûkê da cî da wan her du celeban jî. Lê belê, pêkenokên ku li Kurdistanê di nava gel da nayên gotin û di zimanekî dî da yan di çend zimanên dî da tên gotin, me cî neda wan. Lewra ew pêkenok ne Kurdî û Kurdistanî ne."

    Li gor Brêz Bozarslan, mirov dikare bêje ku pêkenokên Melayê Meşhûr, eynika kesîtiya wî ne. Bozarslan: "Melê carna hêrsok û xeydok bûye, li ser tiştekî netişt hêrs bûye û kiriye ku bi hewa keve. Mesela, carek di şeveka havînê da xêzana wî jê ra gotiye;

    - Pirr germ e; xwe piçek wir ve bide.

    Melê ji vê peyva jinikê hêrs bûye û ji nava nivînan rabûye, ji malê derketiye, li kerê xwe siwar bûye, çûye û çûye, heta ku gihiştiye deşta Mûşê. Li wir rastê gundiyekî xwe hatiye û jê ra gotiye;

    - Dema ku tu bigîjî gund, here ji xêzana min bipirse, gelo bes e yan ez hinek jî wir ve herim?"

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1