MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • "CIGERXWÎN - şair û mirov û Kurdperwer"
    ya Heval Zaxoyî
    Hekar Findî / Dihok


    Weşanên dezgehê SPÎRÊZ yê çap û weşanê (Dihok) li vê dawîyê pirtûka CIGERXWÎN – şair û mirov û kurdperwer, ji berhevkirin û veguhastina Heval Zaxoyî kete nava pirtukaxaneya Kurdî de.

    Pirtûk bi awayekî serekî ji du pişkan tê pêkanîn, a yekan: Mamoste Heval Zaxoyî di peyveke pêdivî de giringî û hoyên xwe bo pêkanîna vî berhemî xweya dike û dibêje; ji ber ku ta niha li vira çi pûte û kar û xizmeteke berçav û hejî bo helbestvanê Kurd ê mezin Cigerxwîn nehatiye pêş çav le min xwest ez vî karê biçuk weke xizmetek pêşkêşî canê wî bikim.

    Dûra, mîna lêkolîneke kurt û pirî pêzanîn li ser helbestvanî tîne ziman û jiyan û xebata wî di tev biyavan de mîna roman, dîrok û htd xweya dike. Her wesa dergehê van malan jî qutaye ku seyda Cigerxwîn têdebû: marksîzm û civaka Kurdî û doza neteweyî û nivîsên wî yên derveyî helbestê.

    Di pişka didiwan de jî, 58 helbestên wî ji tev dîwanên wî helbijartine ji pîtên latînî veguhastine ser pîtên erebî.

    Ev pirtûk bi 251 berperan li çapxana Wezareta Perwerdeyê ya Kurdistanê li Hewlêrê çap bûye.

    Li dawiyê jî pîrozî û dest xweshiyên xwe li birêzê Zaxoyî dikin û hîvîxazîn ku rojek bê û tev dîwan û berhemê seyda Cigerxwîn bi pîtên erebî bibînin ji bo xwendevanê deverê jî pêtir aşna bibe li kar û xebata seyda Cigerxwîn.

    Website: www.webfindi.tk
    E-mail: [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1