MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • Şiyê... Dengê Winda
    Pîr RUSTEM: [email protected]


    Di destnivîsa xwe de û di rûpelê pêşîn de nivîsandibû: “Helbestên min zarokin\ hîne bi şîrin.. \ çavên we, ji wan re, pêsîrin!!!”. Evbû pêşgotina wî, ji berî ku ew ji min bixweze û ez evê pêşgotinê binivîsim û li gor dîtina min; Ewî karîbû bi evan gotinan û bi ewê şêweya ku, helbestên xwe pê dinivîse, ji me re bibêje ku hertişt di jiyanê de, zayînek jê re heye û ew weke ku, çawa zarok bi şîrê dayîka xwe mezin dibe, helbestên wî jî û bi xwendina me, ji wan re, dê mezin bibin. Piştî evê destpêkirinê emê vegerin berhema wî û bizavên xwe bikin ku, em karibin tiştên ku, wî di nav xêzan de, û bi awayekî veşartî, gotine bixwînin.

    Ew ji Şiyê de; Gundê ku zarotiya xwe lê şewitandî û xaliya jiyana xwe bi Geliyê Circim de berdayî, dest pêdike, çi jiyana xwe ya madî yan jî ya helbestî, ev jî bi me dide naskirin ku ew heya bi kîjan pileyê bi şûnzaya xwe ve girêdayiye û wê weke dîlbereke çeleng ji xwe re dibîne: “Rojekê\ ramûsaneke bê dawî\ li ser\ gerdenê çiyayekî evîndar\ rengveda.. \ Rojekê\ Xwedêyekî westyayî\ li ser\ lêvên kaniyekê\ li bin kenê çinarakê\ solên xwe xistin\ û.. . \ Şiyê\ îro keçeke çarde saliye\ li ber sazên\ bilûra bayê Cêrcim\ sibehên xwe\ hevde bi hevde\ dihûne..”. Lê ev keça çarde salî û weke jûve, ji destê wî direve: “Şiyê\ tembûrek ji avêye..”. Û wilo ew bi me dide naskirin ku ax; Weke simboleke pîroz ji yên ku jiyan, hebûn jê hatiye afirandin, li cem wî jî cihekî bilind digre.

    Azwaz KALO û bi rengekî serast û balkêş, şerê pir pend û pêgirtên me dike û wan weke kelem di pêşiya pêşketina me de, di pêşiya jiyaneke normal û banga dîlbera xwe de dibîne: “Eger\ dûman vekişe.. \ bi xwe wê banga min kin.. \ kuvarkên sîngê te\ bes ku\ dûman vekişe!!”. Lê ; “Li bin\ ezmanekî stewr.. \ evîn dizekî biveye!!\ herdem\ li ser\ pozê pêçiyên xwe\ dimeşe!!”.

    Di helbesta ku, di bin navnîşana ( ? ) de hatî û ev navnîşana bi xwe jî, hin cihê pirsêye û hin jî di cihê xwe de hatî, ew him dixweze dîroka miletê Kurd û him jî bawerî û encamên ku, ew gihêştinêyê û di riya êşnasîna pirsê de, ji me re bide xûyan ku, ji bilî “çiyan dostên Kurda tinene” û ev bi xwe jî simbola qonaxeke dîrokiye, ji yên miletê me re.

    Gewdê pîrekê jî, li cem Awaz, zeviyekî lêkolînêye û ew dixweze bi çavine nuh lê binire da ku, karibe û bi xwendina xwe ya nuh ji tîpên evî zevî-gewdî re, wan nîşan û simbolan ji hev veke. Lê mixabin ew bi; “Dilekî ji tozê”, ji vê bizavê bi dertê. Tevî ku memikên wê weke “dwaîtîp” ji çavên xwe re didîtin, ne tenê wilo.. ew, pîrekê hertişt dibîne: “Jiyanek bê mê ye\ jiyanek bê hertişte..”.

    Belê ew hertişte û hertişt di jiyanê de, du riwên wê hene; Reş û sipî, weke (Çem) ê Awaz KALO, dema ku dibêje: “Çem\ ji golan\ hezdike\ vehesa wî pêktînin.. \ Çem\ ji golan\ heznake\ hêrsê wî vedimrînin!!!”. Ev hevokên wî ji me re, û bi rengekî sayî, helwesta Awaz ji jiyanê û têkiliya bi her dozeke hebûnê re xûya dike ku, ji her dozekê ji yên hebûnê, du rengên xwe hene;Reş û sipî. Ango tistek di jiyanê de nîne ku, tenê xwedî çejek, rengek û dîtineke.

    Cih li cem Awaz dudu ne; Gund û bajar, û weke her rewşenbîrekî ku hokerên jiyanê hêştine, ew ji cih û deverên zarotiya xwe hatibe birîn û bajêr bi zorê ew xistibe nav xwe, kiribe yek ji cîwarên xwe, ev yeka di pisîkolociya wî de cihekî kûr dikole û ew nikare, zû-zû, evê birînê ji bîr bike. Lew re em dibînin ku, ew hergav dev ji bajêr berdidin û direvin cihên ku, zarotiya xwe lêderbaskirine, bêyî ku ji bîr bikin û kîna xwe bi ser seriyê bajêr de birjînin: “Zarokekî xemxas\ di navbera.. \ Tumbikê Evdê\ û\ Geliyê Avzênkê.. \ li pey rişkekê dibeze.. \ gavên xwe\ yên fedok\ dirjîne..”.

    Helbet Awaz ne bes lawê evê cih û deverêye, lê ew lawê dema xwe ye jî; Lawê duhezar û şesid talan, qirkirin, perçiqandin û.. sale. Ev dîroka dûdirêj ji bindestiyê dê bihêle ku, di bîr û baweriya me ya tevayî de pir kul û derd derbibin, lê yek kul maka wan tevaye û ewên her û her me têxin bin baskên xwe de, da ku dengê me negihe tikesî: “Kê hay jê heye?!\ tivinga çar aliyan\ di guvêşka\ dengê min de ye..!!\ ho.. .\ Welato.. .\ kê tu kir ahîn\ û xiste dengê min”.

    Û bi lêvegerîneke zîrek wî karîbû êşa miletê xwe li ber çavan û di hundirê berhevoka xwe de rêxîne, gava dinivîse: “Zivistanê\ xwedêkê.. \ sermaya xwe\ li ber derî\ ji xwe bêxe..\ berî ku tu\ derbasdibe\ KURDISTANê”.

    Gelo em karin bipirsin ka ew çima evê hêvî û bergerê ji zivistanê dike; Ne ji ber xizanî û perîşaniya evî miletiye ku, nikare pepil û dilê zarên xwe ji sermayên zivistanê biparêze.. . Belê em miletekî pêxasin û hêviya me ji zivistanê ewe ku, mit û derziyên xwe li ser riwên me neçîne.

    Lê tevî sermayên zivistanê jî carina dil di sîngê wî de germ dibe û ji hêlîna xwe direve: Dilê min\ negodeye\ û çavên te\ du gupik tijî hinguvin”. Ev dilê revok û bêtebat dê nikaribe, zû-zû, hêlîneke din ji xwe re bibîne. “Ger\ deriyê te hate lêdan\ ji berî\ tîroja rojê\ bijangên te ramûse\ xwedêke.. !\ bê xeyd derî veke..\ mat nemîne\ ger te xwe dît\ ji ber ku\ ew helbesta min e”.

    Di berhevoka Awaz KALO de tiştekî din ê balkêş, ji bilî yên me gotine heye, ku dihêle taybetiyekê bide wî; Ew jî ferhenga wî ya zimên e ku, dihêle bi evê yekê kaniyeke nuh li ferhenga kurdî (kurmancî) zêde bibe û berhema wî jî weke kulêreka ronahiyê be, ji Efrînê re ku, seriyê xwe tê re dirêj bike û bibêje: Ez jî heme.

    Di dawiyê de û piştî xwendina evê berhevokê, em dixwezin ji xwe û we bipirsin: Ka gotina wî ku, “bi pênûsekî vala..\ li ser\ rûpelek tijî\ ez dinivîsim”. Heya bi kîjan radeyê rast bû û çima ne bi pênûsekî tijî li ser rûpelekî sipî nivîsandiye û ka kîjan , ji wan herduwan, a raste.

    Emê evan pirsan ji xwendevanên evê berhevokê re bihêlin ku, ew bersiva me û xwe bidin, bêyî ku em li ser seriyê wan bibin rasipêr û pend û şîretan li wan bikin, lê tenê tiştek tête xwestin, ku em bi çavine reş lê bi dilekî sipî berhema Awaz KALO bixwînin.

    Tenê ma ku, em bêjin: Awaz KALO di sala 1969 an de û li bajarokê Şiyê, herêma Efrînê ji dayîk bûye û heya nuha jî li wir dimîne û bijîşktiya pêxasên gundiyên derdora xwe dike û ji berî ku, ew evê berhevoka xwe çapbike, wî gelek helbestên xwe di kovarên weke: Pirs, Zanîn, Pênûs û Aso de dane weşandin.

    Cindirês – 2000

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1