MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • Berhevoka çîrokên Zekî Silêvanî:
    "Rexê din yê Xabûrî"
    Bêwar Îbrahîm / Qamişlo 28/04/2004


    Di raxistina rêkên mijgirtî de, di di nav baskên hestên xwêdan girtî de û di nav dilopên giyanên xwîna sar û gerim de mirov xwe dibîne mîna pêlên deryayê li hevketî, xwe dibînin mîna teyrên bask şikestî di bin banê jiyana şermezar de, çendî hewil dide xwe ku vî banê bi nenûkên xwe hilweşîne lê dike û nake stûrbûna vî banî, bi van helwest, hizir û mebestên ku jiyan hilma xwe ji mirovwn dikşîne tenik nabe..

    Weha Zekî Silêvanî derîyên çîrokên xwe li ber cîhana xewn û xeyalên xwendevanan vedike û bi diyarîyeke hestdar xewnên xwe, bîr û bawerîyên xwe şirove dike, û diyarîya xwe de dibêje:

    Ji bo
    Hogir û evîndara...
    Yên xerîb ji dost û yara...
    Ji çiya û çema û rez û beyara...
    Ji xurêna kewê rubad li adara...
    Ji kêrata û helheloka û spîndara...
    Di kit hizra newroz û nêrgiza li bihara...
    Di xwazit xweziyên ewan kevne şînwara...

    Di komka çîrokên "Rexên din yê Xabûrî" mamoste Zekî Silêvanî xwendevanên xwe li pênc bajaran digerîne ku hin ji rastîyê ne, hin ji xeyalane û hin ji êşên vê jiyana derewîn hatine lêkirin, wan di nav şînbûna deryaya çavên "Pirçezera Çavşîn" melevan dike, di pey re berê wan dide koçk û dîwana Axa yê gund û li ber "Dengê Sa", li nav derewên Temo û Silo, derewên rastî û derewên derewîn li tirazoyê dixîne, di çîroka "Rexê din ji Xaborî" dîtina gundê EREHÊ bi xwendevana şêrîn dike û wan di dinav xewnên Hecî Evdilrehman re derbasî gund dike: "Ji xeşiyên serbestiyê da hecî şaş bî, roj û nivêj jî nemane li bîra wî tenê hizrekê ma di serê wî da, ew hizre jî ew bî, bi çite gundê xwe EREHÊ. ew navê hinde hêja û bihagiran, her gav diyar û di serê wî da maye asê; mîna nexşê li ber têkolay, hergîz jê nahête birin ne ku ber bi berê req, navê EREHÊ dil û hemî endamên leşê wî pê hatibîne dax kirin, di nav xwîna wî da di hat û di çû, di zanit û gelek ji xwe piştrast bî, ku gundê wî yê li milê din yê Xabûrî; ya rast jî we ne bî, lê her wekî êkê ji mêje û di nav bira nivistin û hişyar bînê da, di guhê wî da bangda bit, ku ava Xabûrî bi tenê di kevte di nav bira wî û gundî da. "

    Di çîroka "Sîbera penaberekî" de, Silêvanî rewşa penaberên mişext û zîvar di kampên biyaniyê de radixîne, belê di çîroka folklorî de ya bi navê "Şivan û seyê dev bi xwîn" hêza hizrên netewa resen û berxwedana geş diyar dike û dîdevanîya pêşiyên me li ser dem û dîrokê ji ser zimanan girtiye û di nav koma çîrokên xwe de parastiye, ta nifşên ku di pêşerojê de werin mifa û sûdê jê bigrin; serboriyên pêşiyan mîna dibistan û zankoyane di her çax û deman de geş û bikêrhatîne wek nimone jî ku di çîroka "Şivan û seyê devbixwîn" de hatiye vejandin: "Lê bi nêre hey ez gorî te bim,evne sitwînên dadiweriya te, zana û mişêwirên te baweriya xwe pê di îna. Te pişta xwe bi van cwîyên kîr bi mîz girt bû! çawan min di zanî ku şaşetiyek li paytextî ya heye û te ne di zanî? eha vêra hosa bû lewma Seyê min jî, li min xayin û bê eme bû..."


    Rexê din yê Xabûrî
    Zekî Silêvanî
    çîrok
    çapa yekemîn -Berlîn / EVRA VERLAG / 2003 ê.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1