MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • Projeya Demokratîkirina Rojhilata Navîn
    Cankurd: [email protected]


    Wek em roj bi roj dibihîsin û dibînin, cenga Iraqê ku berî niha bi salekê wek “derbasbûyî” ji aliyê birêvebiriya amerîkî ve hatiye diyarkirin, hîn ne çûye serî û wê demekê dirêj bike û jîna gelek kesên bêsûc wêran bike. Di nav vê cenga har da, wêneyên îşkencekirina girtiyên şer li Iraqê di teviya cîhanê da belav bûn û baweriya bi demokratîkirina, ku bi destê Amerîkanan bê, gelek jar bû, û li ser mafên mirov di bin deselatdariya amerîkî da li Iraq û Afganistanê û di zindanên Guantanamo da, ku tê da hîn komek mezin ji destegîrên Al-Qaîde hene, di nav dewlet û saziyên navnetewî da hatin ser zimên. Lê dîsa jî hinek mezinên Amerîka, çi xwendevan û çi poîlîtîkvan, dev ji gotinê li ser “Projeya Demokratîkirina Rojhilata Navîn” bernadin.

    Ev proje çi ye?

    Pilangerê stratîcî yê amerîkî George Kanin di sala 1948ê gotibû, ku %50 ji samana “mal û dêrîna” cîhanê di destê amerîka da ye, lê Amerîkî bi xwe tenê %6 in ji xelkê vê cîhanê. Welatekî wek Amerîka, ku hêzdar û xudan pir saman e, dikare stratîciya xwe jî di cîhanê da bi cih bîne, bi taybetî paş ketin û roxandina sîstema komonîst û peymana Warso.

    Serokê amerîkî yê niho George W. Bush di warê vê stratîciyê da weha gotiye:”Wilayetên yekbûyî ramyariyek nû daye ber xwe, ew jî stratîciyek pêşkeftî ye di Rojhilata Navîn da. Ev stratîcî pêdiviyê wê cehd û kargudandin û nimûnevaniyê ye, ewa ku me berê kiriye û me bi wê berhemên hêja standine.”

    Mebesta wî rawestana req a Ronald Reagan e sala 1982 li West Minster sala 1982ê li hember Komonîzmê û welatên komonîst. Da ev rawestan bi şêweya dij bi Islamê neyê jimartin, George W. Bush sala 2003ê axiftinek dirêj li ser têkiliya Demokratiyê bi Islamê re li Washingtonê kir û di axiftina xwe da anî zimên, ku Islam olek mezin e, şaristanî ye, bo aştiyê û hevjîna mirovatiyê ye û daxwazên Islamê û Demokratiyê yekin, ne li hember hev in.

    Li ser vê yekê Ehmed Elmusilmanî di rojnameya Al-Hayat (jimara 16ê Nîsanê 2004) da wilo dinivîse:” Bi gotinekê…li gor çavdêran di navbera ewê Wilayetên Yekbûyî û ewê Ixwan Musilmîn û ewê fermandariya Misrî da dibêjin – wek nimûnekê: Lîberalîzma fermî- ji bilî hinde çixir û şaxan, di kokê da, li ser rêformê û li ser tiştên bi ramana rêformê va girêdayî, çi cudabûn tune ye.”

    Bi ser vê yekê da di 15.04.2004 da Gorge W. Bush dibêje:“ Iraqa Azad kilîtê Rojhilata Navîn a azad e, û kilît e bo misogerkirina hêminiya mezin a Amerîka ye, û revîna Têrorê di Iraqê da kêşeyek jîndar û cewherî û bingehîn e bo revîna têrorê li her derekê.”

    Bêguman li herêma Rojhilata Navîn gelek kêmanî di warê mafên mirov da û bi taybetî ji bo jin û zarokan çêbûne, azadiyên ramyarî hatine bincilkirin, civak hatiye bêdevkirin, deselatiyên xwînî û zorbaz xwe kirine ciyê civakê û rê nadin wê, ku zanîna xwe pêşve bide û kanînên xwe ji bo lişt û bercewendiyên xwe bi kar bîne. Li hember vê jî projeya demokratîkirinê dixwaze van armancan bi cih bîne: Pêdakirina demokratiyê, danîna destûrek ji netewê da hatiye, danîna bingeha hilbijartinê bo derxistina deselatdaran, bersûckirin û hesab jê kirina serkar û berpirsan, rêzgirtin li raya kêmjimarokan, rêdayîn bo avakirina sandîkat û partiyên serbest…

    Demokratî bi xwe wek ramandarê sûrî yê mezin Teyêb Tizînî dibêje, bê rakirina zagonên derxêz û fermanên bêzagonî û bê berdana girtiyên ramyarî, ta bi vekirina doseyên aborî, dadmendî û leşkerî û hertiştekî bedkarî “fesadî” bi dehan salan pêda kiriye, çênabe.

    Pêwîste jî bite diyarkirin, ku çare ne ewe, ku li Rojhilata Navîn Islam ji holê bê rakirin û ne jî Demokratî bite tunekirin û bila baş bê bîra me, ku dema Herzel dewletek Demokrat a bi navê Israîl pêda kiriye di kongireya Zayonî da, sala 1897ê li Basel / Swîsra got: “Vegera me bo Zayon divê li paş wê em vegerin bo cihotiya xwe.” Û Hayîm Waisman yekemîn serekê dewleta Israîlê carekê gotibû: “Cihotiya me û Zayontiya me bi hev re ne, û îmkan tune ye, ku Zayontî bite herifandin bê herifandina Cihotiyê.” Ben Gorion jî, ku yek ji avakarên mezin ên wê dewletê ye dibêje: “ Zayontî hebûn û hêza xwe ji du jêderan digire, yek: Tewrat û ya dî, şorişên ku di ser Europa re derbas bûne.” Lew ra hinek zanyarê ola Islamê, yek ji wan Prof. Gaborî ye, dibînin, ku di navbera Islam û Demokratiyê da pir nêzîkbûn ji hev heye.

    Bêguman Projeya Demokratîkirina Rojhilata Navîn gelek zana û rewşenbîrên herêmê şakirine û hîviyek xistiye dilê kêmjimarokên olî û neteweyî û teviya girtiyên rmayarî û çînên, ku ji ber rewşa xwe di bin zorbaziya dewletên dictator da dinalin. Niviskar Alfadil Şeleq dibêje: “ Rêforma ji derve bê, bi xwe ne xirab e ji ber ku ew ji derve ye..û kesek nikane herdu serpêkên Japon û Almaniya, ku reform di wan de çêbû paş şikestinek tevayî û bi viyanek derveyî.” (Al-Hayat, jimare 14994-15.04.2004) lê belê hinde rewşenbîr jî hene li ser windabûna kesaniya neteweyî an olî li ber hêrişa Rojavahiyan ditirsin û dilerizin. Şêx Husên Şaaban, ku yek ji navdartirîn mezinên Şîî’yan e li Libnanê, dibêje: “Dibe dûrok li me hemî şikestinên me yên leşkerî, aborî û ramyarî biborîne, hema kur û neviyên me wê li me hîç neborînin, ku şikestina me ya çandeyî di şergeha nasnamê da çêbibe, ew şergeha hebûnê ye: Em hebin lê nebin.”

    Hinek Amerîka di nav xwe da naxwazin û napejirînin û bangewaziyê dikin, ku bi tiving li hember wê derkevin. Welîd Canpolat, ku serekê Partiya Sosyalîst a Pêşverû ye li Libnanê û xwe wek sosiyalîstekî mezin dibîne, di hevdîtinekê da li gel hinek wezîran, vê dibêje: “Diltengiya civakî, ramyarî û gelî nikane çaverê bike. Herku dewlet çavsoriyê bike, xelk bêtir dij bi wê derdikeve. Pir baş e herku bi dehan çekdarên amerîkî li Iraqê bikevin- û eve jî baştirîn rê ye bo belavkirina Demokratiyê li Iraqê- ewan demokratiyê di cîhana erebî da dixwazin, ser çav û seran, em demokratiyê weku rêgaha xwe dixwazin, bila em rahêjin tivingê û Iraqê ji Amerîka û gelên Ereb ji sazmanên zorbaz rizgar bikin.” (Al-Hayat, jimara 15.04.2004)

    Di projeya amerîkî ya demokratîkirinê da van xalik hene:

    Demokratî, avakirina civaka zanîn û agahiyê, li sazxistina xebata aborî, harîkarî bo bi cihanîna hilbijartinek azad, fêrkirina jinan, ku bi serkariyan rabin, derketin li hember bedkariya aborî, avakirina bangeşîniyek “mediyayek” serbixwe, avakirina civatek şaristanî ya bi hêz û nûjen, pêşxistina zanakirinê, harîkariya zagonî bo hemiyan…

    Lê wek diyar dibe, cenga Iraqê, ku siyek pan û fireh avêtiye ser gelek bûyerên din di herêmê da, wê ji aliyekî va hinek astengan bide ber vê projeyê, lê ji aliyekî dî ve wê bike, ku serdariya ramyarî ya amerîkî bêtir zorê bide pişta xwe, ku di herêmê da hilnewşe, wek çawa berê li Viyêtnamê serşûr û birîndar reviyaye.

    Li ser rêformkirina Rojhilata Navîn Ramandarê mezin Teyib Tizînî dibêje: “Rêform bi wateya zanyarî û karyarî bê xwe ragirtina li hember zordestiya çarlayanî çênabe: Bi tenê standina deseletaiyê, samanê, bangeşiyê û rastiyê…” Ew dixwaze wan ji dest deselatiyan û ji dest wan hêzên, ku di rastiyê da wek wan in, bistîne û bide gel.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1