MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • Projeya Radyoya Înternêt ji bo Roava û Sûriyeyê
    Moussa Sullaiman: [email protected]


    12.Adar.2004

    Di 12 Adara çûyî de xalekî balkêş ew bû, ku lawazya ragihandinê, sedemek bû ku raperîna gel li rojavayê welat zû sar bû û vemirî, herweha dîsa qelsî, bêkêrbûn û pûçitiya tevgera kurdî li Sûrî di çend xalan de dîsa zelal tir bû, ji wan xalên pir ev çendên li jêrin:

    Tu tevger çi siyasî, eborî, civakî û yww di roja îro de bê medya nikare berdewamya xwe bike, tevgera siyasî di Sûryayê de çi Kurdî çi Erebî be di warê medyayê de hema hema bê xebatin.

    Ji sedî bi kêmanî 60 ji rewşenbîrê Sûrî ji bin ebeya parta Bas ya nijadperest derketine, lew ew bi xwe jî nijadperest û panerebin,20-25 % ji sedî di bawerîkê de ne(xwe ya jî dora xwe dixapînin) ku kurd ne xwediyê vî welatî ne, an jî çareserîkirina MIJARÊ di riya çend gotiniên xapok û derewîn dibe, an jî yên dosttir dibêjin: diriya reformên civakî û eborî (di nav van de birêz Heysem el-Malih ku di kujarên 12ê Adarê de kurd jî tewanbar dikirin ku çima ala Sûrî daxistine!!) 3-4 % di wê baweryê de ne ku ev xak kurdistan „BÛ„ û daxwaza ji kurdan ku xwe surî û ereb bihesibînin daxwazeke şofînî ye,mînak: E. Can Usman.

    Diyalog qut e! Kurd li Sûriya îro nayên pejirandin, anjî heger têne pejirandin lê ne wekî miletekî, digel ku miletê sûrî miletekî liser xwe ne girtiye û heger hestên nijad perest li cem wî peyda bibin jî ev wê ne gunehê wî be lê gunehê dezgeha Bas, rewşa ewarte û rewşenbîrên ku bi awayekî şofînî perewerde bûne( Ryad el-Turk, digel ku jibo miletên Sûryayê semboleke mîna Nilson Mandela ye, dema behsa kurdan dibe kirasê xwe û diya xwe diqetîne)

    Tevgera kurdî li sûryayê serê xwe bi Mîdyayê re naêşîne, jiber ew kevirekî ji wan mezintire, lê jibo bercewendyên xwe yên tenazok amadene liber Gîtara USA ve li sed derbek û erbanan bixin, kantri û erbane! An amade ne di mehê de deh meşên bêkêr liber derên balyozxanan li dar bixin !

    Em bixwazin nexwazin, em û erebên Dêr el zor ku mirovên herî paşmayîne di cîhanê de, û xwînmijin wekî birayên xwe, erebên felûca, em û wan cîranên hevin, û ji nuha ta demeke ne diyar emê dihorta sînorên dewletekê de bijîn.

    Jibo van sedemên lijor û sedemin din ku bêne bîra we, dyalog û ragihandin pêwîst e. Li dijî medya fermî û nexwşyên psîkologî yên rewşenbîrên Basî, Begdaşî, R.el-Turkî karekî medya pêwîste, ji demekê û bi vir de radyoya « Sewt Sûrya el-hura/dengêSûryaya azad » ji Qibrisê destpêkir, lê jiber ku ev radyo wê tenê xizmta bercewendyên USA û kesên ku guman liser wan hene wekî Ferîd el-Xadirî bike. Wê ev radyo ne xizmta kurdan ne jî ya sûryan bike.

    Hem li ewrupa jî kurdên roava û kurd bi gelemperî neçarî medyayekêne ku rewşa wan, daxwazên wan rabigihîne.

    Gelo çare çiye?

    Radyoya Înternêt:

    Wekî hûn dizanin rojnameyên dîgîtal yên kurdî « malper » di roja îro de pir bûne, ev yek tevî hemû lawazyên medya nivîskî serkeftin û cihê şahnaziyêye jibo kurdan, lê gelo nivîs tenê tîbûna mirov ya rûhî têr dike ? heger bersiv erê ba wê awayên din ji ragihandinê nehatana der.

    Hegir bersiv na be, êdî gera li alternatîvekê tê xwestin..û seranser mijara eborî tê bîra mirov/perê kurdan nîne û îbrahîmil xelîl ne ya wane ! ji qenciyên ku xwzayê dane mirovî ewe ku ew dikare (heger bixwaze) bifikire û reyal be. Anjî wekî bavkalên me gotine : ranehêje kundirê ji serê xwe mezin tir, tê kudir bişkîne û serê xwe jî biêşîne. Jiber van sedemên zelal em di radyoya Înternêt de ramyan û me birya da ku em wê ji ramanê derxin jiyana rastî, ji gavên pêşîn ez çûne cem Partyekî kurdî, lê…mixabin( piştî çend deqan axaftina min birîn û dest bi şîreta bû ger ez eborya radyo tevî ji kîsê bavê xwe bidim, ma banka bavê min heye, an kurdistana min û bavên tenê ye ! ji şîretên din ew bûn ku mirov li awrupa pêşketine , em jî divî hawê wan bikin, lew divê ez konsepetkê hazi bikim paşê ew dikarin bi min re bi axivin, min dixwest bêjim min xwe westandiye, agahiyên ji bisporan vehewandine, û ez xwedî hinek tecrîbeme di vî warî de, lê ez ji kê re dibê jim, ez li piş sed devî hiştim, berî nivîsandina vê reşbelekê ez bi dostkî xwe re li ser vê mijarê axivîm, camêr gotina pêşi got ev bû : zore !!! paşê gote : xebateke kolêktîv jê re divê..(min dixwest bêjim mane ji xwe tiştekî mala me xera nekiriye, ji ev xebata ku qaşo kolêktîve, lê ew bi xwe ligorî şert û mercên camêrên ku ev têgihîn derxistine ne kolêktîve û ne molêktîve ! Paşê gote : xwe bighîne « EU » ewê karibin radyoyekê pêlên kin ji me re vekin(heyran me çi ev safî kirye, îcar pêlên kin û dirêj ka bê em dinav de nafetisin)

    Xwendevanê delal,
    Min dikarîbû bi kurtî ev proje rave bikra lê min min xwest liber te çend rastî û bûyînên vê mijarê raxim Jiber ku karê min di warê radyo de ez dikarim texmîn bikim bê ka zehmetiyên kar çiqasene, ligor vê min hesab kiriye ku ezê bitenê di heftiyê de 5 roj, di rojê de ji nîv ta saetkê dagrim(tevahiya kar, ez kolêktîv nefikirîm jiber ligor bawerya min ku yek dest pê neke, kolêktîv tenê dimîne ramanek, û argûmentekî sazyên kurdî, hem jî jiber ez di wê baweryê de me ku dema milet dilsozî û dirustya kar bibînin wê kar bixwe bibe kolektîv !)

    Pêdivya destpêkê ya eborî ji 5500-6000 euroye.

    Pêdivya mehane ji 200- 300 euro ye

    Karê xwe ez diyarî miletê kurd û ereb li Sûrî dikim ne di nav wan de (rewşenbîrên kurd yên ku 12 adarê dixin xizmeta navên xwe, siyasetmedarên kurd ku bikêrnayên û bi awayekî dektatorî dev ji kursyên xwe bernadin, ango her yek ji wan di bawerîkê de ye ku zanayê zanayan ewe ! mafya eborî û syasî li sûrî, rewşnbîr û xebatkarên mafên mirovan yên ereb li sûrî ku mafên çarenûsî yên kurdan napejirînin, berpirsyarên kêmnetewên li rojavayên kurdistan ku bi awayekî nijadperest û şofen ew kêmnetew perwerde kirine)

    Alîkaryên ji min pêwîst evin, di warê teknîkê de wekî bisporiya di warê server de,
    Di warê ragihandinê de(Nûçe û babetên din)
    Ramanên di warê pêşxistina kar de
    Karê bispor di warê medya deng de( redaksyon, denê xweş û hwd)
    Alîkarya eborî (tenê ji satyên kurdî tê xwestin, heger ligor wan ev projakî hêjabe, lê heger projên wan yên çETIR hebin, ew dikarin bi projeyên xwe mijûl bin)

    Moussa Sullaiman

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1