MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • Wîjdan û `edaleta ku girêdayî menfîet ne, mentalîta wan yek e
    Dilbirîn / Swêd


    Ew wîjdan û 'edaleta ku bi gor menfîetî şexsî an jî civakî hate bi kar anînê, wê rewşa dunê jî wek roja îro be. Mentalîta Menfîetperet, lik u dibe bila be û ji alîyê kê ve dibe bila be, netîce yeke, zulum, xwîn, mirin, şîn û hovîtî ye. Ji ber ku jêderê mentalîtê yek e. Her çiqas xwe ji hevdû cuda nîşan bidin jî, lê kîjan bû desthiladar hê ji yê berê zêdetir zulmê dike. Îdî ew çi TC be, Sedam be, Bush be anjî Şaron be, ferq nake zulm zulme kî dike bila bike divê mirov li dij be û likê jî têkirn bila be divê mirov alîgir be.

    Roj bi roj bênîşebûna Rêbaza Îslamê wek roj dertê holê û mirovatî ji hemî kiryerên hovane bêzar bûye wek mesîyê av li ser miçiqî li vîalî û li wîalî di perpite ji bê avî bûna wê zuwa be.

    Di jîyana Mirovan de ”wîjdan” ciyekî herî giring digire. Wîjadan, mirovan dike Mirov û mirov bigorî Mirovtîya xwe tevdigere, an jî, wîjdana mirovan ji mirovtîyê derdixe dike wek cinawurek û ji bilî zirarê mirov nikra tiştek din bike.

    Dema Wîjdana mirovan bi gorî menfîetê kar kir, wê demê mirov nikare ji mirovtîyê bes bike, di cihê mirovtîyê de hovîti, zulm, zordarî û her cure kiryarên nebaş tê kirin.

    Roja îro pêwîstîya mnirovatîyê bi edaleta ku li gor heqê kar dike heye ew jî Rêbaza Ola Îslamê ye. Mirovatî ji her hêl de di zar e û kesek ji jîyana xwe razî nine. Îro li her derî behsa Demokirasîyê tê kirin û her kes demokirasîyê dixwazin. Lê ev xwestina Demokirasîyê û Demokiratbûn ji gotinê zêdetir tu tiştek din nîne.

    Di van salên dawîde pûşê demokirasîya wan li ba dibe, ger tu wek wan bijî û hemî daxwazên wan bikar bîne, mafê te yê jîyanê heye, an, wê t bi gelek karê nemirovî ve rûbirû bihêle.

    Demokirasî: divê herkes bi gorê bawerîya xwe bijî û çawa ewên dibêjin; em Demokiratin mafê wan di her warî de yê jîyanê heye, wusan mafê bawermendê Bawerîyê din jî heye di her warî de wek ew dixwaze bijî. Ne Demokirasî ew ku her miletek qedera xwe bi xwe destnîşan bike….? dema miletek xwest kominzmê wê ew Milet bi kominizmê were îdare kirin, dema Miletek Rêbaza Îslamê xwest wê bi Îslamê were îdare kirn. Wekî din jêr û jorê vîya tune

    Lê îro dunya ji her kesî re mafê jîyanê dide, lê dema behsa Musulmana hate kirin , na..! ew trorîstin lik u dibe bila bibe divê serê wan were pelçiqandin. Ev yek ji bilî durûtî û minafiqtîyê wekî din tiştek nîne.

    Bi rastî rewşa Musulmana ji ya ne Musulmana baştir nîne. Ew şaşîtî û xeletîyên me li jor behs kir, Musulmana jî ji wan xeletîyan para xwe girtî, belkkî hê xirabtir e. Îslamîyeta ku îro heye ne Îslamîyeta Qur`ana pîroz dibêj e. Îslamîyetek nu ku ji urf û `edetan hatî çêkirn, îjar ew Îslam ne bikêrê wan tê ne jî bikêrê civakê tê. ji ber van sedeman her musulmanek bi gorî menfîeta xwe Musulman e wek edaleta bigiri menfîetê çawa bikêrê tiştek nayê, ew îslamîyet ji bi kêrê tiştek nayê.

    Di nivîsa were de ez ê li ser vî babetî dewam bikim

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1