MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • ÎŞKENCE
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 10.05.2004

    Bi rojan e, ku di çapemeniya cihanê de li ser îşkenceyên ji aliyê leşkerên Amerîka ve li dijî Iraqiyan hatine kirin, têye sekinîn.

    Bi taybetî jî dewletên dîktator yên Ereb, Îran û dewleta Tirk, ku bi salan e di pirsa îşkencê de sûcdar in, ti sînoran nas nakin û îşkence li cem wan her roj di jiyanê de ye, qîyametan radikin ser piyan û goya ew ji mafên mirovan re pir rêzdar in?.

    Bêguman sekinandina li ser îşkenceyan û li dijderketin û şermezarkirina îşkenceyan di cih de ye û ti gotina me jêre nîne. Çumkî îşkence û lêdan sûcên li dijî mirovatiyê ne, ji kîjan alî de dibe bila bibe, sûcekî pir mezin e û mirovatî vî qebûl nake. Ewên îşkenceyan li mirovan dikin hov in. Loma sedem çi dibe bila bibe, îşkencekirin ti carî nayê parastin.

    Lê belê ne ji mafê wan dewlet û kesan e, ewên ku bixwe mafên mirovan didin bin lingan û di pelixînin, rabin werin û xwe wek parêzvanên mafên mirovan bidin xuyakirin. Mirovatî vê durûtiya wan bi ti awayî napejirîne.

    Lê van dewletên melayan û şêxên derewkar, û dewleta devrûta Tirk, ne ku bixwe ji mafên mirovan re pir rêzdar in û ji ber vê yekê van rexneya dikin. Nexêr, tenê ji bo wê yekê ye, ku ew li dijî siyaseta Amerîkayê ne û loma ew li dijî van îşkenceyên ku li Iraqê ji aliyê eskerên Amerîka ve hatine kirin derdikevin. Çumkî ew dizanin, ger îstîqrarî li Iraqê çêbibe, wê hîngê dor dê were wan û selteneta wan jî dûr yan nêzîk dê ji holê rabe. Tirsa wan ya herî mezin jî bixwe ev

    e. Ger ev dewletên dîktator ewqas mirovhiz û mafparêz in, çima ewqas zilm û zorê li gelên din û li gelên xwe dikin?. Û çima îşkencekirin ji bingeha siyaseta dewletên wan e?

    Ger pîvan û qiyasek di cîhanê de li ser îşkence û hovîtiyê bêye çêkirin, dewletên Ereb, dewleta Îranê û dewleta Tirk – evên kevneperest û paşverû – dê rêza yekemîn nedin ti kesî.

    Qaşo musilman hemû biran e û li ser musilmanan xerabiyan nakin? Dema dewleta Tirk bi hemû hovîtiya xwe serhildanên Kurdistanê, Şêx Saîd, Agirî, Geliyê Zîlan, Dersim û serhildanên din bi destê zorê û bi qirkirina sedhezaran ji Kurdan û rakirina bajar û gundên Kurdistanê pêk dianî, dema Xumeyniyê zordar bi hezaran gundên Rojhilatê Kurdistanê xerab dikirin û bi hezaran Kurdên belengaz ji holê radikirin, dema ku Sadamê hov Helepçe bi bombeyên jehrê yên Almanan bombebaran dikir û dema di enfalan de bi sedhezaran Kurd dihatin qirkirin, wê hingê “birayên me yên musilman” li kîderê bûn û çima ji bo mafên mirovan dengê xwe nedikirin?. Û ev demeke ne dûr e, ku rejîma Assad bi lekan Kurd li Qamîşlo û derên din li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî bêperwa û hovane kuştin, heya niha jî bi hezaran Kurd di zîndanê tarî de ne û her rojê çend kes di bin îşkenceyê de têne kuştin. Çima ti kes ji wan li dij dernakeve û dengê xwe bilind nake?

    Heya niha kîjan dewletê ji van, ji bo tewanbariyên xwe ji xelkê lêborîna xwe xwestine? Em dest ji lêborînê jî berdin!, Kîjanê ji wan tewanbariyên xwe qebûlkirine?

    Komkujiya Ermeniyan di cîhanê de bi awayek îlmî jî hatiye tespît kirin, lê dewleta Tirk hên jî li ber xwe dide û naxweze navên Ermeniyan bide ser zimanê xwe. Komkujiya Ermeniyan bi gelek parlamentoyên cîhanê de jî hatiye qebûlkirin, lê Tirk dema dibihîsin guhên xwe jêre digirin.

    Her kes dikare li ser pirsa mafên mirovan bisekine û rexneyê xwe bêje. Lê mafê dewletên Rojhilata Navîn yên dîktator û saziyên wan yên kevneperest û paşverû nîne, ku qala mafên mirovan bikin û rexneyan jî lê bigirin.

    Lê gelo Ewropiyên durû heta niha di pirsa mafên mirovan de li ser van dewletên dîktator çi kirine?. Ew jî wek Amerîka dîktatorên Rojhilata Navîn xwedî dikin û bi hemû îmkanên xwe çek û sîlahan didin wan, ku bila ew diha zêde li ser gelan xerabiyan bikin.

    Hevalên Sadam Husêyîn, serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder, wezîrê derve Joschka Fischer, serokê Rûsyayê Viladimir Putin û serokkomarê Firensa Jacques Chirac li dijî şerê bi Sadam re derdiketin û bi ti awayî nedixwestin, bila Sadam ji holê rabe, da ku ew jî ji Sadam îhalan bigirin. Ê baş e, ger Sadam ji holê ranebûya û neketa çopa cîhanê, dê niha li Iraqê çi bikira?, Bêguman dê li mîlyonan Iraqî û Kurdan hên jî îşkence bikira!

    Em jê hez bikin an nekin, divêt em tiştkî qebûl bikin, ew jî ev e, ku Amerîka dîsa dersa demokrasiyê û camêrtiyê baş rayê cîhanê da, ku ew welatekî demokrat e; serokê dewletê George W. Bush derket û got, ew ji Iraqiyên ku îşkence lê hatiye kirin lêborîna xwe dixweze. Û di pêre jî wezîrê parastinê Donald Rumsfeld di komîsyona Kongrê de got, ku ew ji bo îşkenceyên li Iraqiyan hatiye kirin lêborînê dixweze û vî sûcî qebûl dike.

    Dewlet, serokên dewletan, yan jî berpirsiyarên dewletan û kesên desthilatdar û hwd. dema sûc dikin, divêt sûcên xwe jî qebûl bikin. Amerîka sûcê xwe qebûl kir û der mafê kesên îşkence kirine de tahkîkat vekiriye.

    Dîktatorên Rojhilata Navîn hemû bi saya Amerîka û Ewropiyan derketine holê. Heta Amerîka û Ewropî bêjin, ”berjewendiyên me di ser her tiştî re ne” û aletên îşkenceyan bidin wan, dîktator jî dê bimînin û her dem bibin bela serê wan jî.

    Gotineke Tirkan heye, dibêjin ”Beroş! Tu ji min re dibêjî: Binê te reş e, lê yê te ji yê min reştir e” (Tencere dibin kara, seninki benden kara). Ev gotin layîqî her dewlet û kesên durû ye.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1