MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 53, pûşber 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Jîr Dilovan: Mehname dijî nirxên kurdan tê bikaranîn (û bersiva Kovara Mehname)

  • DÎROKNASÊ KURDPERWER
    ZEKÎ BOZARSLAN
    Lokman Polat: [email protected]


    Zekî Bozarslan kurdperwerekî hêja bû. Wî pirtûkeke giranbiha nivîsî û du hefte piştî weşandina pirtûkê çû ser heqîya xwe, wefat kir. Cenazê wî birin li Amedê binax kirin. Zekî Bozarslan dîroknas bû. Întresa wî li ser ziman û dîrokê bû. Hinek nivîsên wî yên derbarê pirs û pirsgirêkên ziman de, di kovara ”Nûdem” , ”Çira” ”Gulistan” û ”Mehname”yê de derketin. Wî pirtûkeke bi navê ”Ziman û Edebiyata Kurdî” amade kiribû, lê temenê wî têr nekir ku ew şiklê dawîn bide pirtûka xwe û pirtûkê biweşîne.

    Zekî Boazarslan ji navça Licê, ji gundê Akro bû. Ew hêj xortekî hêjdeh salî bû ji bo doza kurd û Kurdistanê kete hepis û zindanan. Ew endamê komela DDKO’yê bû û di sala 1971ê de hate girtin. Piştê hatina cunta faşîst ya leşkerî, di sala 1980yî de hêzên dewletê lê geriyan ku wî bigrin, ew ji bo ku neyê girtin, ji welat derket û hate li Swêdê bi cih û war bû. Wî li Stockholmê mamostetiya dersa zimanê kurdî dikir û zarokên kurd bi kurdî fêrê xwendin û nivîsîna kurdî dikir. Ew digel mamostetî û nivîskariya xwe, xwendevanekî baş ê kovar û berhemên kurdî bû. Çi pirtûk û kovarên kurdî derketana, wî dikiriya û dixwend. Wî herweha kovarên kurdî yên elektronîk ku di înternetê de diweşin jî teqîb dikir, dixwend.

    Zekî Bozarslan di salên heftêyî de bi aktîfî di nav tevgera kurd de cih girt. Wî ji bo azadiya gel û rizgariya welat gelek kar û xebatên hêja yên siyasî pêk anî. Ew kurdekî welatperwer û sosyalîst bû. Wî di wan salan de bi şêweyeke rêxistinî di nav gel de xebat kir û ji bo hişyarbûna gel û têkoşîna bi rêxistinî xizmetên hêja kir e. Ew wê demê endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bû û wî bi xwe gelek însan bi rêxistinî kir. Ji bo belavkirina kovara ”Riya Azadî” ew diçû gelek deweran, li navçe û gundan digeriyan. Ji gundiyan re, ji gel re doza netewa kurd behs dikir.

    Zekî Bozarslan bi navê ”Lênerîneke Li Dîroka Kurdistanê ” du cîld pirtûk nivîsî û yekê weşand. Wî li ser damezrandina partî û rêxistinên kurdan jî xebateke lêkolînî pêk anîbû û damezrandina partî û rêxistinên kurdan weke pirtûk amade kiribû. Wî van lêkolînên xwe û xebatên xwe yên derbarê ziman û edebiyata kurdî nivco hêşt û zû ji vê dinê koç kir. Dema mirov li emrê –temenê- wî û li kar û xebatên wî dinêre, bi rastî jî wî pir zû koç kir. Ez hêvîdarim ku pirtûkên wî yên neçapkirî ji bo çapê bêne amadekirin û weke pirtûk bêne çapkirin û bikevin destê xwendevanên kurd.

    Zekî Bozarslan pirtûka xwe îmze kiribû û weke diyarî dabû min. Wî weha nivîsiye:

    ”Ji hevalê min ê hêja Lokman Polat re.

    Em bi kirin, gotin, nivîs û tevgera xwe wisan bikin ku heta li dinyayê roj hil bide, li deşt û zozanên Kurdistanê kulîng vebibin, bila gelê kurd ji bo serxwebûn û azadîya welatê xwe, ji bo dinyayeka adîl ku tirs, xof û bindestî tunebe, têkoşîna xwe bidomîne.
    Bi silavên germ.
    Zekî Bozarslan
    2004 / 4 – 10 Stockholm ”

    Ez ê li jêr pirtûka wî ya çapkirî bi xwendevanên kurd bidim nasîn.

    ”LÊNÊRÎNEK LI DÎROKA KURDISTANÊ”

    Di nav weşanên ”Doz”ê de –li Stenbolê- pirtûka Zekî Bozarslan ya bi navê ”Lênêrînek Li Dîroka Kurdistanê” derket. Pirtûk 628 rûpel e û cîlda yekem e. Li ser dîroka Kurdistanê bi tirkî hinek pirtûk derketine, lê bi kurdî ev cara yekem e ku ji alî dîroknasekî kurd yê ji Kurdistana bakur, pirtûkeke weha berfireh li ser dîroka Kurdistanê bi kurdî derdikeve. Ev pirtûk pirtûka dîroka Kurdistanê ye û bi kedeke giranbiha, bi xebata çend salan hatiye amadekirin. Di pirtûkê de sed û yanzdeh çavkanîyên dîrokî hene ku heta niha haya gelek kesan ji wan çavkanîyan tunebûye. Ji xwe piraniya çavkanîyan bi swêdî ne û haya lêkolînvanên kurd yên li welêt û haya xwendevanên kurd yên dîrokhez ji wan agahdariyan tunebû.

    Di pirtûka Zekî Bozarslan de kurd neteweyeke qedîm, serbilind, arîstokrat û xanedan têne nîşandan û nivîskar gelek qîmet û rûmet dide berxwedan û têkoşîna kurdan ya hezar salan. Ew dide diyarkirin ku; dijminên kurdan, dagirker bi tu hawayî bi qasê kurdan tunin. Di hêla çand, ziman û edebiyatê de tirk qels in û di dîrokê de jî ew leşkerên bi peran bûne, talanker bûne. Ji xwe ordiya serdarê kurd Selhadînê Eyûbî bi piranî ji tirkmenên ku bi peran leşkerî dikirin hatibû pêk anîn. Lê, wan leşkerên ku ji bo peran leşkerî dikirin, bêbext derketin. Ji bo dewleta Eyûbiyan bê xirab kirin çi bêbextî ji destê wan hate, kirin.

    Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina pirtûkê de serbilindîya netewa kurd weha tîne ziman : ”Kurd li rojhilata navîn yek ji wan gelên herî kevn in. Kurdan di pêvajoya dîrokê de dewlet damezrandine, gelek kele, qesr û qonax ava kirine, li herêma xwe ji bo pêşketina civakî hewl daye….Ew neteweyên ku îro li ser erdên kurdan desthilatdar in, hemû bi derfetên me dijîn, hemûyan bi serê hespên me digirtin, hemû di ber destên me de derbas bûne, bi nan û ava me xwedî bûne. Dema ew hatin welatê me, ew ne xwedî ziman, çand û dîrok bûn, ew di artêşên ereb û farisan de leşkerên bi pere bûn.”

    Di nivîseke kurtedanasîna pirtûkê de ne mimkûne ku ez bikaribim behsa hemû mijarên naveroka pirtûkê bikim. Ez ê hinek li ser nirxandina nivîskar ya di derbarê serîhildana Şêx Seîdê nemir de bisekinim.

    Nivîskar bi berfirehî li ser serîhildana Şêx Seîdê nemir sekiniye û di derbarê serhildanê de şîroveyeke gelek baş, hêja û giranbiha kiriye.

    Nivîskarê pirtûkê Zekî Bozarslan bi berfirehî behsa serhildanê dike û mêrxasiya serhildêran pêşkêşê xwendevanan dike. Ew mînakek ji Dr. Fuad dide ku, gelek balkêş e û divê her kurd bi wan bûyerên dîrokî bizanibin. Nivîskar dibêje : ”Dixtor li gora daxwaziya bavê Dr. Fuad raporekê dinivîse dide wî. Dixtor di rapora xwe de dinivîse ku ”Dr. Fuad di hêla pisokolojîk de ne rihet e. Ji ber wê yekê jî mehkemekirin û cezakirina wî ne rast e.” Bavê Dr. Fuad raporê tîne dide serokê dadgeha Îstiqlalê, ew raporê dide ’Elî Saîb.’ Elî Saîb raporê di dadgehê de dixwîne. Dr. Fuad li dijê wê raporê derdikeve; ew ji Elî Saîb re weha dibêje : ”Dadger beg, eger tu jî dewlemend bûya, yek kurekî te tenê hebûya û di bin mercên pir giran de, di dadgehên leşkerî de bihatana mehkemekirin, ji bo xilasiya kurê xwe tu jî dê çûbûya cem dixtorekî, te yê jî ji kurê xwe re raporeka wiha bianiya! Ez bavê xwe fêm dikim. Lê bila ew min bibexşîne, ez tiştekî wiha napejirînim. Ez mirovekî xwedî hiş im, hişê min li serê min e, ez bi zanatî beşdarî van kar û barên sîyasî bûme. ”

    Pirtûka Zekî Bozarslan di hêla zanîna dîrokî û şîrovekirina bûyerên dîrokî de pirtûkeke hêjaye ku divê hemû xwendevanên welatparêz yên kurd bixwînin.

    Bi vê kurtenivîsa xwe ez kurdperwer û dîroknasê hêja Zekî Bozarslan bi bîr tînim. Ev dê di dilê kurdperweran de her bijî.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1