Ez ji bo evina te bûme din ê,
Tu jî mina gerokê ser çiya xezal ê,
Min rêça te gelek gerya û nedit,
De wer hezkarê min tu li kûderê yê.
Evina te min çîrok kir gelan re,
Ev hesreta te canê min re bes e,
Îdî berxwedana hêza min nema,
De wer hezkarê min tu li kûderê yê.
Sînanê Kewê Dilxêrî
Tîrmeh 03
Mûş
DE BINÊRE
De binêre, ev kirêta dawîya min re,
Hezkirine, ev jî bo kesayeta min re.
Îdî piştê xwe bizîvirinim evina xwe re,
Hezkirina wê, bextreşî ya min re.
Xwezî nivîsnebûya enîya min re,
Hûndîrê min jî dineşxûliya.
Xwezî maçek bida dêma min re.
Belê hêrs ne be evîn, bizû ve nexeyde,
Tu jî hezke mina min, min re dilê xwe neşkine,
Nişande hezkirina xwe, paşê rûnê ser texta dilê min re.