Xemla efrîna min dinale
Rengê buharê xwe nûjen dike
Rêça azadiyê ban dike
Kerwanên bêsînor
Gulên kesk û sor
Geş dibin pakrewanên sozdar
Dar û çiya dikelin
Qurbaniya xaka şêrîn
Roj ji rojê tê der
Stêr ji azmanan roniyê didin
Şehîd ji qadê bandike
De bihejîne xemla sipî û zer
Xweşka te bandike axîn...
Axîn ax û birîn
Efrîna min Efrîna min
De bilezîne li ber
Zingilê hebûn û nebûnê
Hawar û qêrîn û sed ax
Li ber bejna te...
Silavên tîrêja sorbûnê
Agirê dil disincir e
Qelenê temen buha ye
Axîn ax û birîn
Li min şadibe roj
Tarî dibe sor bûna xwînê
Kindibe zimanê zelal
Tava buharê bê bexte
Warê min miştî şexte
Silavên tîrêja Qamişlokê
Li te Efrîna min...