Tu li kû bî
Tenê tû min nas dike.
Û ji pêvî te,
kes tûne min haş bike.
Û hêsrên çav paqij bike.
..............
Tu li kû bî
dibin bandora te de me.
Ew fermanên te pêk tên.
Bêyî te!
ne tebata min jî tê,
û dîlê peyva te dibim.
..............
Tu li kû bî
ez bêriya te dikim.
Dil diyarî te dikim.
Şalê kesk li te dikim.
Dem tûne
ez namirim.
Û bo hevbeş jiyan bikin
kêferatê ez dikim.
.................
Tu li kû bî
perî doza te dikin.
Bi roj.
Bi şev,
li dengê te guhdar dikim.
Êvar tê!
Şiv dest badana te divê.
Çira te ez vêdixim.
Û li ber……… xewa min jî tê.
.............
Tu li kû bî
rez rezvanê xwe divê.
Roka te himbêz dikim.
Bayê te ez maç dikim.
Ji tere dil sema dike.
Pêre firra te jî tê,
û ez keştiya te dibim.
..................
Tu li kû bî
çi dibe, ez naşikêm.
Bi tîna te, jiyan dikim.
Ez berzorî te dibim.
Berwar, Evraz min dajon.
Xewn xeyalê min dibe.
Deynê xwe û te didim.
Lê! laş deyn darê min dibe.
..............
Tu li kû bî
kê çi go:
wek te dikim.
Her êvar neyaz dikim.
Tilyên dest ez germ dikim.
Xwe dispêrim bextê te.
Û textê te hazir dikim.