Gîvara pêşmerge ye.
Ziman û çavê dilê me ye
xwînnasê jîna me ye.
Gîvara heye.
Xwîna wî diçe û tê.
Çarhawîr laşê me, di mejiyê me de dimeye.
Givara pêşmerge ye.
Gora wî laleşa me ye.
Cilên wî xalîça nimêja me ye.
Gîvara heye...
Pakrewan û şehîd.
Keye û damê me ye..
Heye... heye... heye..
Li nêv meye..
Dixwîna me de dimeye..
Êrîş dibir regez,
nijadperestan,
çepelxwaran,
rûqiralan,
di dil wan de saw bahoza wî hêj heye.,
Heye...
Li nêv meye..
Di damarên dilê me de her dimeye...
Pêşmerge ye...
Qîj û qîra, lîrelîra dê û xwişkan pey cendekê wî her neye..
Û her heye...
Li pêş me ye
Pêşmergeye...
Di gorê de jîna meye...
Di olê de meya meye...
Di vînê de Memê meye
Di xwînê de ala meye...
Û her heye...
Ez im tu ye
Ew e.
Ew in.
Wan in ..
Em in..
Hûn in..
We ye..
Xwe ye..
Û her heye..
Gîvara pêşmeregeye...