Me li pey xwe hêştin
Keriyên koviyan ji tîhna re dimirin
û me berê xwe da nebedgehên dûr ên paş zireyan (deryayan)
Me dûrî bihn kir û wê em kedî kirin
Me gulên evîna xwe ya yekem ji bîr kir
Li wir, di xezneyên daran
û nema tên bîra me kêndirên cilrêxistinê,
yên ku bîra cilêd me kirine
Nema em bêjeya “Dayê”, ku li ber dilê me bihaye vedibêjin
Em hişk bûne, kaniyên me li ser maseyên dadiyê zuwa bûne
Nameyan em westandin
Ne nameyên xwemalan û ne yên dostan
Nema em ji silavkirina “Sibexweş” hezdikin
Nema em ji postekaran hezdikin
Me li paş xwe keriyên koviyan hêştin ji tîhna re dimirin
Jengê em girtine
û nema em dizanin, ku em di nîvê temenê da aware bûne…
û em daketine nehanê û canên me bûne hevreyên qey û valahiyê
Ma emê rojekê bîra çivîkên xwe yên, ku me li wir hêştine, bikin?
Ma emê rojekê bîra lawaziya dostan bikin?
Ma emê rojekê bîra xwemal û wêneyê xûşka xwe ya mezin bikin?
Ez nema bawer dikim
Ez nema têdigihim vê sistiya di parsûyên me da
Ez nema bi tiştekî bawerim, ku me li paş milêd xwe hêştiye
Keriyê koviyan ji tîhna re dimirin.
14.04.2002
Jêder: Husên Hebeş, Reviyane di çemê Êvros re, Rûpel 9-10, çapa yekê, çapxaneya sanabûl, Misir