Evîndarno!
Evîndarno!
Dema hevgihînê ye.
Ji esmanan gaziyek tê:
Rûheyvîno, virve werin!
Kêfxweşno!
Kêfxweşno!
Kêf bi cilên xwe ve hat.
Me benê wê girt,
wê xwe avêt cilên me.
Vexwarina birqdar tê raberkirin
cinê xeman
xwe vede aliyekî!
Efrîtê bi xemên mirinê hatî dewisandin
ji vir dûr keve!
Meygêrrê herheyî, spehî
kerem ke!
Heft esman ji te mest bûn!
Em ax in di dest te de,
em ji te çêbûne,
hezar car ser çavan hatî!
Dengê mîna hingivî nerm,
awazşirîn,
zengilên li gozekên xwe bizingîne.
Jiyan, hespê xwe kurtan ke,
bayê hên, li canê me bide!
Dengê şirîn yê bilûrê
mêvanê êvarê
tama şekirê
bi şev û roj dengê te
bêna baweriyê diîne.
Ji nû ve dest pê ke,
dîsan ji destpêkê
awaza xwe hê bijenîne
bi ahenga xwe civatê bibişirîne,
ey tav,
ey bêrîkirî.
Bêdeng be!
Perdeyê nedirrîne!
Ji cerrikê kêmbêjan vexwe!
Perdeyê bikêşe ber!
Bila dilovaniya Yezdanî bo te nimûne be.
Tu, yar
Min heye yar
min heye ewlehî
min heye jana kujer ya evînê.
Tu yar î,
tu ewlehî yî,
hêja
min biparêze!
Tu Noh î
tu can î
tu kilîl î
tu qilf î
tu dilê rût û recifok î
li ber deriyê raza min.
Tu ronahî yî
tu roşan î
tu siûda pîroz î!
Tu teyrek î li Çiyayê Sînayê,
ez goyînek im li ber nikilên te.
Tu dilop î
tu derya yî
tu rehm
û xezeb î.
Tu şekir î
tu jehr î
bela xwe ji min veke!
Tu odeya tavê yî
tu odeya Perwînê yî
tu gulistana hêviya yî
bihêle bêm cem te, yar!
Tu roj î
tu rojî yî
tu meaşê me parsekan î.
Tu av î
tu cerrik î
qurtekê bide min
hema carekê jî!
Tu tov î
tu torr î
tu mey
û meydan î.
Tu kelandî yî
tu xav î
min nehêle xav!
Xwezî bedena min
hinde xwe nequlipanda, negeviziya
dilê min
hinde nezivirriya.
Tu çûyî.
Yan hinde zêde nedipeyivîm.
Were
Were
de were!
Hogirek wek min
peyda nabe:
ma li hemî dinyayê
aşiqek wek min heye?
Were
de were!
li der û doran negerre
diravê te
tenê li dikaran min serf dibe.
Tu coyek hişkbûyî yî
ez baran im
bajarek kavil î
ez mîmar im.
Ti kesî li ti derê
şopên şadiyê nedîtine
û nabîne
lê ez
rojhilata şadiyê me.
Hezar dirûvên demdemî
di xewna xwe de dibînî
lê dema vediceniqî
bi tenê yî
kesî nabînî.
Çavên xwehr bimiçîne
çavê hişyariyê veke
çiku nefsa mezin
ker e
û hesûdî mîrkut e.
Ji gulistana evînê
li ava şirîn bigerre
siriştê mirovan
sihikfiroş e
tiriyê tirş dizirviçîne.
Were,
were nexweşxaneya Afirmendê xwe
çiku yê nesax nikare
bê nojdar be.
Bêyî Mîr
dinya
mîna benek
bêser e
xwe bike şaşik
li dor serî bipêçe.
Dest ji neynika xwe bernede
ger ne reş bî:
giyan neynika te ye
beden jeng e.
Ka bazirganê bisiûd
berdiliyê stêran?
Dixwazim bi coş bazarê bikim
hemî embarê bikirrim.
Were
were û li Min bipûnije
çiku min
hinêra pûnijînê daye te.
Ji kolgeha min dikarî
bi baran yaqûtan bikirrî.
Were
were, bimeşe berev Wî ve
yê pî dane te
bi herdu çavan li Wî binere
yê çav dane te.
Kefên destên xwe li hev bide
ji kêfa Wî
yê kef
ji deryaya Wî radibe.
Ger hogirê keyfa Wî bî
ne kul hene ne jî kovan.
Guh bidiyê bê guh
bê ziman li gel bipeyive
çiku peyivîna bi zimanî
bi xwe re
nîqaş û nefretê diîne.
Em bidin rê
Rabin piyan, evîndarno!
Rê berev esmanan ve dimeşe.
Me ev dinya dîtiye,
werin em berev dinyayek dî biçin!
Na, na
tevî ku gulistan geş in jî
bila li pey me bimînin,
werin em biçin nik Gulistanvanî!
Ser li pêş
wek coya avrabûyî
em berev deryayê biherrikin
ta ku
em li ser deryayê avjeniyê bikin
kefan li kefê bidin.
Em ji kolanên kovanan biçin
dawet û dîlanan
rûyê bêreng bihêlin
da gepên geş bibînin!
Dil li bilindahiyê lê didin
pel dilerize
ditirse dawere,
em biçin biheştê, de were!
Bên hildifirre
em li biyanistanê ne
toz radibe
em dimeşin hemêza tozê.
Mîna bilbilan
teyrikên kesk
yên çengrengîn
em şirîniyan bixwin
bifirrin şekiristanê.
Şikil
nîşana afirînerê şiklan e
yê bêşikil.
Veşartî ji çavên xirab
were
em biçin bal Wî
yê ne nîşana ti tiştî.
Rê têr-êş e lê
evîn rêbera me ye
me fêrî meşê dike.
Tevî ku dilovaniya Paşayî
me diparêze jî
baştir e em
li gel karwanî bimeşin.
Em baran in
li banek dilopker
li kunan hişyar bin
berev sivandeyan herrin.
Em kevanek xwehr in
şida kevanê li gerdena me ye.
Dem em zenda xwe rast bikin
em ê mîna tîrî bifirrin.
Em xwe di xanî vedişêrin
mîna mişkan
hay ji kitikan hebin!
em şêrza ne,
werin em biçin bal şêran!
Îro
Wa serxweş im
wa serxweş im
îro
ku min xwe
ji çerxê avêt.
Bawer nakî
ka çawan im
îro
nikarî xeyal bikî
ka çawan im.
Canê min hilket
esmanê eşqê
îro
tevî ku leşê min
her li vir ma.
Min guhê
aqilî kêşa
îro
Bifine! min gotê,
ji te azad im!
Destê xwe ji min bişo, hişo,
min berde
îro
çiku ez li gel
aşiqek şeyda me îro.
Ûsivî pirteqalek
da dest min
îro
min herdu dest
birîn kirin.
Cerrikek tijî mey
wa li min kir
îro
û min şkandin
sed cerrikên axî.
Nizanim
li kû me
îro
lê xinêkar e
cihê ez lê.
Nesîb hat ber deriyê min
bi nazdarî
îro
lê serxweş bûm,
min derî lê girt.
Dema ji wir çû
bi bezê ketim dû
îro
kêlîkekê jî
min bên venedaye.
Dema min bihîst
ka em çend nêzî hev bûn
îro
min êdî
xwe neperist.
Keziyên xwe girê nede
Tava Tebrîzê
îro
çiku ez masî me
li torra pirça te.
Hekîmê giyanan
Çûm nik hekîmê giyanan:
dest bike destê min
ji dest min çûne
dil û can
aşiq bûme
û sermest im.
Min sed derd hene
ax
xwezî tenê derdek ba.
Her yek ji van derdan
min dikuje.
Ma tu nemiribûyî jî
wî pirsî.
Belê
lê dema têna te hat min
ji gorrê şiyar bûm.
Ew wêneya giyanan
ew rojhilata Yezdanî
ew Ûsivê Kenanî
ku destê min kêr kir
hat nik min
hêdîka
destê xwe danî ser dilê min
û pirsî:
Di destên kê de yî?
Di yên te de.
Dema dilwas bûm
wî mey tê kir
û min vexwar.
Rûyê min yê bêreng geş bû
û dilwasiya min hinda bû.
Paşî
min cilên xwe avêtin aliyekî
min serserî kir
bi sermestî
di nav sermestan de
li rastê
rûniştî.
Min hezar qedeh vexwarin
hezar şûmî û şêtî kirin
hezar şûşe êxistin
hezar cerr şkandin.
Yar
bendiyê te me
yar
ji te sermest im
yar
di dest te de me
ma tîr im?
Yan tilparêzk?
Ma şûm im?
Te şûm kirim.
Ma sermest im?
Te sermest kirim.
Ma rûreş im?
Te rûreş kirim.
Ma heme?
Te kirim heyî.
Te anîm semayê
te serxweş kirim.
Ger devê cerrikî bigirî
ez jî dê devê xwe bigirim.
Qedehê dagire
Duh êvarê çûm
bal mîrê xwe
şevborkê.
Min giyanê xwe dît
di qedehê re
di dest meygêrrî de.
Ey giyanê giyanên meygêrran
min gotê
bo Xwedê
qedehê dagire
soza xwe neşkîne.
Ew bi şirînî kenî:
Di xizmeta
birêzê berz de me!
Nirxê te
û nirxê baweriya xwe
baş dinasim.
Wî qedehek anî,
derlêva wê maç kir
û da dest min
tijî meya geş
gep û alekên wî.
Min xwe li pêş daçemand
û qedeh vexwar
vala kir.
Wê bi agirê xwe
ez şewitandim.
Qedehê da pey ya dî
wî pêşkêşî min kir
zêrrê sor
ez li gel xwe birim
serekaniya xwe.
Gulistana min geş bû
ji gepên wî yên sorgulî
nanê min hat patin
ji sinbilên pirça wî.
Bila ji kavilên meyxaneyê
her kes para xwe bibîne.
Ez kî me?
Min para xwe dîtiye:
dilsojî ye.
Meya evîndaran
Şîret bo evîndaran
bêwec in.
Manê kes nikare
çemê hilfûr rawestîne.
Yê hişmend
ti car nizane
ka çi di mejiyê yê mestbûyî de ye.
Yê bihiş
qet nizane
ka çi di dilê yê bêhiş de ye.
Mîr
ji mîriyê dikerrixin
dema bên dikin
meyê
ya ku evîndar li cejna dilan vedixwin.
Xusro
dest ji dewletê berdide
bo Şirînê
û Ferhad
çiyayî bo dikole.
Sirr û sar e jiyan
ya bêyî vê giyanê
bibore.
Rizî ye ew xurme
ya nakim nav vê kulîparçeyê.
Ger esman
ne sergerdan
û aşiq ba mîna me
dê westîba
û gotiba:
Bes e! Hew ev çerxîn!
Dinya bilûrek e
ew lê dide:
awazên şirîn
ji lêvên şirîn derdikevin.
Binere:
dema ew pif dike axê yan giyanê
hewcedariyê dide
evîndariyê dide
ku ji janên xwe dinale.
Ma dê dilî ji Xwedê dûr kî?
Ka bêje:
dê bidî kê?
Bêgiyan e ew yê bikare
hema kêlîkekê jî dilî ji Xwedê
dûr ke.
Ez ê bêdeng bim.
Bi şev
zû hilkeve
serbanî
bang bike kolanên bajarî
can
bilind gazî ke!
Xelk dikene
Bilûra şadiyê dîsan
awazek lê daye:
çepikan lê de
can
piyan biqute
dil
Kolxane agirek geş e
xelk dikene
sifre hazir e
bang hatiye:
kerem kin!
Ji bêna biharê
li nav mêrgê
ji evîna dêmên delal
em serxweş bûne
eywax, eywax!
Ew derya
em ewr
ew xezîne
em xopan
li ber tavê
em mîna
zirreyan in.
Gêj bûme
li min negirin
bihêlin methan bikim:
ez dê heyvê bi ronahiya
Mistefayî şeq kim.
Dil
Evîn.
Firrîna li esmanan
dirrandina hezar perdeyan
her gavê.
Yekem hilm
jidestdana hilmê ye.
Yekem gav
şkandina pî ye.
Nedîtina
vê dinyayê ye.
Dîtina
çavê xwe ye.
Min gotê:
Dil, pîroz be
tu gihiştiyî
nav evîndaran.
Te li pişt
awiran neriye,
bi kolanên dilî ve
meşiyayî.
Dil,
ji kû hat ev hilm?
Dil,
ji kû ye ev bêhedanî?
Çivîkê,
bo min bi zimanê çivîkan bipeyive
ez
dizanim guh bidim razan.
Dil bersiv da:
Ez li kargehê bûm
dema dinyaya ax û avê
dihat çêkirin.
Ji kargehê firrîm dûr
dema dinya hat afirandin.
Dema westiyam
hatim girtin
û ez kirim
şiklek şibî gogê.
Esman ji evînê direqise
Dilê kê bi yê evîndaran dişewite?
Yê evîndaran.
Kî nalîna yê nesax dibîze?
Yên nesax.
Ka rondika bihara dilsoj
ya ku hemêza deviyê
bi sorgulan dadigire?
Yên zewqşkîn ji bîr nekin.
Bibîzin: bayê payizê
bi bêxemî dipeyive.
Şkeft biheşt e
dema du kes
tê ve bin.
Esman ji ber nalînê
dipeqe
çiku nalîna yê evîndar
ne bêwate ye.
Esman li çerxa xwe dizivire
ji ber yê evîndar.
Birca şîn ji ber evînê
hêdîka dizivire
ne ji ber
yê firnevan
yê necarr
yê berrikvan
Esman ji eşqê direqise.
Rabe!
Em jî bireqisin
çerx-û-çerx.
Ji bîr neke ku Yezdan gotiye:
Bo te Min hemî afirand.
Ehmedê bijare bîra evînê ye.
Niha dem e em ji ber evînê bireqisin;
ma hê çend em
bo yê mirar bireqisin?
Ka çav
yên giyanan bibîne?
Ew dertên
ji deriyan, ji dîwaran.
Derî û dîwar
ji me re dipeyivin
ba
û baran
û bejayî
çîrokan dibêjin.
Wek teraziyan
bêziman in
lê biryara xwe diyar dikin.
Evîndar!
Wek esmanan li dor xwe bireqise
bi pakî
bê peyv.
Bazê sîs yê Paşayî
Em mest bûn
dil ji me revî
û bazda.
Ew kû ve çûye?
Dema dilî dît ku mejî şêlî bûye
bendên hişî piçandin û lezî dûr.
Ew çûye
bal Yezdan
daku pê re be.
Ji mal lê negerre çiku dil hewa ye,
firrindeyek esmanî ye û firriye esmanan.
Ew bazê sîs yê Paşayî ye,
firriye bal Paşayî.