Dinya êvaran delal e.
Hemî eşqa esmanan hingê
berhev e bo niximandina ronahiyê,
veşartina mal û milkan.
Destê dilovaniyê li ser hemiyê ye,
Yezdan bi xwe kinaran tarî dike.
Dûrî û nêzîkahî dihelin hev;
hemî bi deyn e li me mirovan.
Hemî yê min e û dîsan
hemî ji min tê standin.
Dar û ber û ba û baran
ji vir ta ewr û esmanan;
her em bi tenê dimeşin.