Yê te xirabî li mirovê sade kir
yê tu bi neheqiya li wî bûyî keniyî
yê te garranek qeşmeran li xwe civand
daku qenciyê û xirabiyê tevlihev bikî,
ger hemî xwe bo te biçemînin jî
qenciyê û hişmendiyê bi te ve bizeliqînin jî
medalyeyên şan û şerefê li ser navê te çêkin jî
kêfxweş bin ji ber ku hê rojekê jiyane jî
dîsan jî bawer neke ku parastî jî. Li bîra helbestvanî yî.
Bila wî bikujî jî - yek nû dê rabe,
kirin û gotin dê bên nivîsîn.
Bo te baştir in spêdeyek sar
û çeqekî ji giraniyê ditewe û werîsek.