Havînê genimê gundiyan li bênderê ye. Kom bi kom rokiriye. Ji bo ku
genim
neyê dizîn.Gundî şaneyan digirin. Şane bi şeqlan (Morên mezin)dora
genim
dineqişînin. Ji bo genim were dizîn,gundî fêm bikin. Diçin şaneyekî
tînin.
Pêre bazara xwe dikin. Şane dibêje:
- Hûnê serê malê du mirîşkan bidin min. Gundî li hev dicivin. Dibêjin:
- Wele du mirîşk pir in. Em nadin. Şane ji gund diçe.
Gundî diçin şaneyekî din tînin. Ew şane jî dibêje:
- Gere hûn serê malê şamiyekî bidin min. Gundî dibêjin:
- Yê pêşî mirîşk xwest. Viya şamiyê dixwaze. Em viya jî nagirin. Emê
yekê
dinê bibînin.
Diçin şaneyekî dinê dibînin. Şane dibêje:
- Hûnê serê malê berxekî bidin min. Gundî dibêjin:
- Şaneyê nehs yê pêşî ji me mirîşk xwest me neda. Tu berxê dixwazî?
Gundî wî jî nagirin. Li wî gundê giyakî heye. Navê giya Giyayê Sûkê ye.
Gundî di tariyê de wî giyayê vêdixin,pê karê xwe dikin. Gundî êvarê
Giyayê
sûk vêdixin. Dikin destê xwe û li dora bênderê digerin. Diçin û tên.
Mêvanekî li gundê wan e. mêvan ji mazûvanê xwe dipirse,dibêje:
- Mazûvanê delal gelo gundiyên we çima li dora bênderê digerin? Mazûvan
dibêje:
- Gundiyên me şaneyê pêşî winda kirine. Lê digerin ku bibînin wî bikin
ber
komên genim.