Lo lo nixweşo, nixweşo, nixweşo, lolo nixweşo
Nixweşo qurban nixweşê nava ciyan
Weyla heft kulafê wî di binê nixweş da diriziyan
Gava çavê nixweş, çavê xelka delal biketina
Fena sebîkî sê rojîn dîwar bigre rabo piyan
Lolo nixweşo wez bi gorî.ahî hî hî.....
Lolo nixweşo qurban mi sond xwarî
Ticar û ticar ez narim zozanan
Şîv û şevîna van şivanan
Ezê tobedar im,li ser bejna zirav da lê mêze nakim
Li sûretê qîzan û bûka xemlê bêrîvanan
Lolo nixweşo wez bi gorî.ahî hî hî...
Lolo nixweşo qurban mi sond xwarî
Ticar û ticar ez narim zozanan
Şîv û şevîna van şivanan
Ezê tobedar im,li ser bejna zirav da lê mêze nakim
Li sûretê qîzan û bûka xemlê bêrîvanan
Weyla xwelya min li serî wî mêrî wî camêrî
Ge xwe bida ser soz û qirarê dost û yaran
Lolo nixweşo wez bi gorî.ahî hî hî...
Lolo nixweşo qurban mi go titûna lawkê min çinîne
Weyla titûna Mûşê nerm e kurmê lawkê mi naşkîne
Weyla xwelya min li serê wî mêrî,wî camêrî
Ege dila li ser dila nahebîne
Lolo nixweşo wez bi gorî.ahî hî hî...
Lolo nixweşo qurban nixweş im devê min î tehl e
Were yorxanê bilinke bêje
Lolo nixweşo bes bikene,bes binale
Îsanî vî zemanî ne soz û ne qirar û ne îhtîbar e
Lolo nixweşo nixweşo lolo nixweşo
Wî nixweşo wez bi gorî ahî hî hî...