ha (2) ha? ma ne, yan: Toş dêyt, ha? Tu jî, ha? Tu jî dêyî? Tu jî dê bêyî, ma ne? Tu jî dê bêyî, yan?
ha (3) ha, hanê, de ha, de hanê, işte, va ye, de va ye, kerem ke, fermû (t dema tiştek ji kesekî re têt dan li şûna bêt gotin: "Bigire")
ha (4) ha! bizane ha! bizane ku, de min ji te re got
ha (5): ha ... ha ... ha ... ha, geh ... geh, car ... car: Le lêre ha lewê li vir li wir, geh li vir geh li wir, car li vir car li wir
ha (6) ([min] ham, [to] hayt, [ew] ha, [ême] hayn, [êwe] han, [ewan] han) Li şûna lêkera "bûn" têt bikaranîn: Ham le mal [Ez] li malê me. Hayt le mal? [Tu] li malê yî? û hwd.
-ha: -an (pêşpirtikek e bo diyarkirina pirrejimariya t jimaran): hezarha (bi) hezaran, milyonha (bi milyonan)
hacbnhar û hac
hacet, hacet alav, amûr, hacet
hacî hecî, hacî, kesa/ê heca xwe bi cî aniye
hacîbadam navê birrek biskewîtan e
hacîbayef bahîvtirşk
hacîleqleq hacîleglege, leglege, quling
hacîreng bnhacîreş
hacîreş hacîreşk, hechecîk, çivîkek rewş e
haçebndirêjayî
hafiz 1) hafiz, kesa/ê Qur'anê ji ber dizane, kesa/ê Qur'an ji ber kiriye 2) kor, bêçav, kore
haj mat, matmayî, ecêbgirtî, sersam
hajandin xwişîn, xuşîn, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê jê hatin
haje, hajehaj xwiş, xwişexwiş, dengê bilind yê daherrikîna / darijîna avê
hako keteberî, tesadif: le ~ bi keteberî / tesadifî
hal hal, rewş, çawanî
~ û ehwal çawanî, rewş, hal û ehwal
halî serwext, fama, têgihiştî, têgihandî, fehma
~ bûn tê gihîn, serwext bûn, fam kirin, tê gihiştin
~ kirdin tê gihandin, serwext kirin, famandin, fehmandin
halaw hilm, buxar, hewayê germ, ava wa germ bûye ku hildikeve hewa
halet rewş, destûdar, hal
halî bûn tê gihîn, tê gihiştin, fam kirin, serwext bûn, fehm kirin, fêm kirin
halî kirdin tê gihandin, dan famkirin, serwext kirin
hambnhaw
hamar rastgeh, deşt
hamêz hemêz, hembêz, koş, dergûş
han pal, def, dehf, han, teşwîq
~ dan şarandin, (li tiştekî) sor kirin, han dan, teşwîq kirin, berev (kirina tiştekî) def dan / pal pê radan
han (1) dinyadîtî, xwedîtecrûbe, pêzan
han (2)bnast
hana (1) hewar, pena, stare, daxwaza alîkariyê kirin
~ birdine ber ... xwe spartin (kesekî / tiştekî), avêtin hewara (kesekî/ tiştekî)
hana (2) hingiv, hingivîn. Tenê di vê gotinê de bi kar têt: Hanam kirde demit Devê te bihingiv be ("Min hingiv kir devê te." Dema kesek tiştekî pirr baş vedibêje û li şûna "sehet xweş" yan "dev xweş" mirov dixwaze gotinek hê şirîntir bibêjiyê)
hanaber hewarber, stareber, kesa/ê xwe dispêre (kesekî / tiştekî)
hanehanbnhan
hander palder, defder, şarîner, sorker, teşwîqker
handiraw şarandî, (li tiştekî) sorkirî, teşwîqkirî, berev (kirina tiştekî) defdayî
hanebnkanî
hanê bnha (2)
hanînbnhênan
hapulkbnderfet
har har, dînûhar, dirrinde, venehewayî, bêtebat, şûm, neqet, destmatî
~ û hac şûm, neqet, venehewayî, destmatî, ya/yê destê xwe dike di nav her karî re tevî ku ne karê wê / wî be jî, t zarok yên ku ji ber nesekinîna xwe xirabiyan dikin û ziyanê digihînin kesekî yan tiştekî
haranbnharîn
haraw hêrayî, hêrandî, destarrkirî, (genimê, goştê û hwd) hûr-hûrkirî
hare, harehar şinq, şingeşing dengê şkestina caman / şûşeyan
~ kirdin şingîn, dengê şkestina caman / şûşeyan jê hatin
hare kêzikek e
hariye kêzek e
harî harî, dînûharî
harîkar alîkar, arîkar, alîkar
harîkarî alîkar, arîkar, alîkar
harîn hêran, hêrandin, hêrîn, destarr kirin, (genim, goştê û hwd) hûr-hûr kirin
harû pidû, pû, alûne, pidî, goştê ber didanan
harûhûrt pozbilindî, qurretî, xwe mezin hesibandin / kirin
haşbnbêkelk
haşa haşa, ne wa / wisan / wiha / wilo / hosa; ji bilî, ji xeynî, ... ne tê de: haşa huzûr haşa huzûr, ji bilî yên amade / hazir / li hizûrê
hawîn havîn, tavistan, germtirîn demsal, demsala piştî biharê û berî payizê, dijw. zivistan
hawîne, hawînî havînî, havînîk, tiştên li havînê çêdibin (wek fêkî) yan kêrî havînê tên (wek cil)
hawînhewar havîngeh, havînwar, cihê bênvedanê yê havînê
hawîştin avêtin, havêtin, avêştin
hawîtinbnhawîştin
hawkar hevkar, hevxebit, hevşol, kesên / tiştên li gel hev karekî dikin yan dixebitin
hawkarî hevkarî, hevxebat, hevşolî, karkirina bi hev re, şol kirina li gel hev, xebata pêkve
hawkat hevdem, bûyerên di eynî demê de diqewimin
hawkêş hevkêş, paralel
hawkêşe hevkêşe, hevber, beramber, wekhev
hevkêşî hevkêşe, paralelî, paralelîzm
hawla hevhêl, hevla, hevlayen, tiştên aliyên wan eynî ne
hawlifbnhawta
hawmal hevmal, kesên (ji / li) eynî malê
hawmil hevnîr, gayên bi hev re vot pê têt kirin; (m) heval, hevrê, hevbar
hawnaw 1. hevnav, kesên navên wan eynî ne 2. hevwate, sînonîm, hevmane, du yan zêdetir peyv yên ku wateya / maneya wan eynî ye yan pirr nêzî hev e, nimûne: wek, mîna, şibî, eynî, nola, fena û hwd
hawneberd hevrik, dijber, rikeber, kesên dijî hev
hawnişîn hawjîn, kesên bi hev re dijîn
hawniştimanbnhawwilat
hawnore hevdor, kesên doranê dikin, kesên bi dor cihê hev digirin û karekî dikin
hawpa hevtawan, hevguneh, kesên ziyanek / xirabiyek bi hev re kirine
hawpaye hevpaye, kesên di pileya / dereceya xwe de hindî hev in
hawpeyman hevpeyman, hevsoz, hevalbend, kesên li ser heman soz û peymanan hevkarî û alîkariyê didin hev û bi hev re dixebitin
hawpirsî hevpirsî, suhbet, pirsîna li halê hev
hawpişt hevpişt, hevpal, kesên alîkariya hev dikin
biray ~ birabav, birabab, kesên bavê wan yek e lê her yekê dayikek cuda heye; (m) birabav, kesên wa dilsozî hev in qey birayên hev in
hawraz hevraz, kesên tiştek / tiştên hev yê(n) raz / nepenî / nehînî dizanin
he- he-: [min] hem [ez] heme, [to] heyt [tu] heyî, [ew] heye [ew] heye, [ême] heyn [em] hene, [êwe] hen [hûn] hene, [ewan] hen [ew] hene; [min] heme min heye, [to] hete te heye, ew heyetî wê / wî heye, ême hemane me heye, êwe hetane we heye, ewan heyane [e]wan heye
heb heb, hebik, tablet, dermanê lib-lib
hec (1) hec, çûna Mekeh û Medîneyê bo bicîanîna yek ji erkên /erkanên îslamê; ziyaretkirina cihek pîroz
hec (2) armanca dawîn di lîstika tebelanê / xarbaziyê de
hecûbndaşorîn
heçulûr rew-rew, reyîn / rewîna / hewîna har ya seyan / kûçikan
helbet, helbete elbet, helbet, bêguman, jixwe, bêşik; belkî, dibe ku
helbez (xwe)hilavêtin, xwe bilind avêtin
helbezîn, helbezînewe vejenîn, bi erdê ketin û jê bilind bûn
helbijardin hilbijartin
helbijêr hilbijêr, ya/yê ku hildibijêre yan jî mafê hilbijartin û dengdanê heye
helbijar 1) hilbijar, ya/yê tê yan dikare bê hilbijartin 2) bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî
helbijarde bijare, tiştên hêja / berkeftî / hezkirî; hilbijartî, bijartî, yên ku hatine bijartin
helbijardin hilbijartin, bijartin, ji nav hinan yek yan çend (kes / lib) qebûl kirin
helbijêr hilbijêr, ya / yê (hin kesan / tiştan) dibijêre; ya / yê mafê wê / wî yê dengdanê di hilbijartinan de heye
helbijêrraw hilbijartî, ya/yê hatiye hilbijartin
heldan hilavêtin
helbirîn 1) hilketin, rabûn, bilind bûn 2) (ronahî) hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn 3) rê lê girtin, bersîng lê girtin (t li êrişên dijmin û nehiştin dijmin bi pêş bikeve)
helfirandin hilfirrandin, wa kirin ku tiştek bifirre (t bi lez)
helfirîn hilfirrîn, firrîn (t zû firrîn dûr)
helfirîwandin xapandin, lê(h)b lê kirin, hîle lê kirin
helgeran hilgerrîn, li hindavî / raserî tiştekî gerrîn yan dewr dan; hilketin, hewa ketin, ji derek nizm meşîn derek bilind; berbelav bûn (dar yan giya dema pelên / çeqên xwe belavî derdorî xwe dike); (reng) guherrîn, lê bûn (rengek): Rengî zerd helgera Reng lê zer bûn (ango bûn spîçolkî / zerik)
helgeranewe qulipîn, vequlipîn, serberjêr bûn, berejavî bûn, dijber bûn
helgêranewebnhelgeranewe
helgiloftin perixandin, mizdan, destê xwe pêve anîn û birin
helgirtin hilgirtin
helgîran hatin hilgirtin
helgîraw revandî, revayî (jin yan keç bi armanca markirina li xwe)
helgîrsan hilbûn, vêketin, berbûn, geş bûn, gurr bûn (agir); çêbûn, dest pê bûn, berpê bûn, afirîn; berbûn hev, li hev sor bûn
helgîrsandin hilkirin, vêxistin, berdan, geş kirin, gurr kirin (agir); çêkirin, dest pê kirin, berpê kirin, afirandin; berdan hev, li hev sor kirin
helguşîn givaştin, şidandin, guvaştin, jidandin
helhatin 1) (roj / heyv) hilhatin / rabûn / derketin 2) revîn, bazdan 3) (reng) guherrîn / guhorrîn 4) (hevîr) pif / bilind bûn; (bi hevîrtirşk) tirşîn, tirş bûn 5) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqîn
helhênan 1) (metelok / pirsgirêk) tê derxistin, pê hesîn, zanîn 2) (hêk di bin mirîşk / eloka kurk ve) meriqandin 3) (çav[ên xwe] piştî nivistinê / nesaxiyê / bêhişiyê) vekirin
helhênanewe vereşîn, hilavêtin, tişta xwarî / vexwarî zikê xwe dîsan di devê xwe re avêtin
helhêncan 1) (av ji bîrê) hilkişandin / hilkêşan 2) (av ji derekê) çikîn, miçikîn, miçiqîn, çik / hişk / ziwa / zuha bûn, (t ji ber germayê av jê) qut bûn
helhênciraw 1) (av ji bîrê) hilkişandî / hilkêşayî 2) (av ji derekê) çikî, miçikî, miçiqî, çik / hişk / ziwa / zuha bûyî, (t ji ber germayê av jê) qutbûyî
helhêner têderx, kesa/ê metelokekê / pirsgirêkekê tê derdixe / hel dike
helhênge hêlîn, kurkgeh, cihê mirîşk lê kurk dibe û hêkên xwe dimeriqîne
helkendin 1) hilkolîn, hilkêlîn 2) hilkêşan, hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) deranîn / derînan 3) qewirandin, derxistin, kesek / tiştek neçar kirin ji derekê bireve
helkenran 1) hatin hilkolîn / hilkêlîn 2) hatin hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) hatin deranîn / derînan 3) hatin qewirandin / derxistin, kesek / tiştek hatin neçarkirin ji derekê bireve
helkenraw 1) hilkolî, hilkolayî, hilkêlayî, (ya / yê) hatî hilkolîn / hilkêlîn 2) (ya / yê) hilkêşayî, hilkişandî, hatî hilkêşan / hilkişandin, (darek / giyayek bi reh û rîş ve ji erdê) derînayî, hatî deranîn / derînan 3) qewirandî / derxistî, kesek / tiştek hatî neçarkirin ji derekê bireve
helkewt hilkeft, bone, minasebet
helkewte, helkewtû berkeftî, bijare, jêhatî, hêja; awarte, nejirêzê, têvel, cuda
helkêş hilkêş, hilkişîn, ya / yê hildikêşe / hildikişîne
helkiraw selixî, veçirrî, verûçî, verûçikî, piçek / pirtek çerm / pîst ji ser vebûyî / çûyî, bi sivikî birîndar(bûyî)
helkizirandin kizirandin, kuzurandin, (goşt) li ser / ber agirî sor kirin
helkişan hilkişîn, hewa ketin, hilketin, hilçûn, berev jor / serî / silal ve çûn
helkişe rabûn, bilindbûn (a seviyeya avê)
helko lezok, bêsexbêr, nehişyar, kesa/ê ne têr hişyar / sexbêr / bidîqet e dema tiştekî dike, kesa/ê di karê xwe de zêde dilezîne û li xwe ne hişyar e
helkolan, helkolîn hilkolîn, ax (kûr) kolîn daku tiştek di bin derbîne
helkolraw hilkolî, hilkolayî; hilkolandî
helkulîn hilkelîn, hilfûrîn, wa zêde kelîn / fûrîn ku di ser re avêtin
helkutan: ~e ser bi ser de girtin, êriş kirinê
hella şerrenîx, xirenîx, dengûdor, dijberî
hellûşîn daûrandin, dabeliandin, dabeli'andin, da'ûrandin, zû yan bi hesûdî xwarin; nîçandin, nîç kirin, çipek / dilopek ji avê yan vexwirakek dî nehêlan
helsengandin hilsengandin, nirxandin, berisandin, dan ber hev, li hev pîvan, nirxê / bihayê / giringiya tiştekî texmîn yan hesab kirin; kêşandin, giraniya tiştekî pîvan
heramxor heramxwer, bertîlxwer, rantxwer, kesa/ê malê ne yê wê / wî bi xwe ye dixwe / bi kar tîne bêyî destûr hebe; kesa/ê tiştên dîn heram kirine dixwe (bo nimûne: misilmanên goştê beraz bixwin)
heramza, heramzade bîje, bîjî, zaroka/ê ne ji dêbavên markirî çêbûye; şatir, şeytan, hîleker
hesîrmeyan cezakirina bi lêdana li ber çavên xelkê
hest (1) hest, hes, his, pêhesîn, naz, dilîn
hest (2)bnhes (1)
hestanbnhelsan
hestandinbnhelsandin
hestber hestber, bihest, hesas; nazdar
hestberî hestberî, bihestî, hesasî; nazdarî
hestenf hilo! rabe!
hestewer hestewer, hesas, alerjîk
hestewerî hestewerî, hesasî, alerjî
hestirî strî, giyayên tûj
hestyar hestyar, kesa/ê dikare (bi asanî) hest bi tiştan bike / pê bihese
hestyarî hestyarî, (bi asanî) hestkirina bi tiştan, pêhesîn
heş heş, îndîgo; heşî, şînî tarî
heşar veşarî, veşartin, berşar
~ dan veşartin, berşar dan, (li cihekî) wa bi cî kirin ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşardiraw veşartî, (li cihekî) wa bicîkirî ku (bi asanî) neyêt dîtin
heşbeser heşbiser, xwelîbiser, bêsiûd
heşerî zewqî, kêfî, keyfî, coşdar
heşheş pasevan, çavdêr, zêrevan, heres, dergevan
heşir, heşr heşir, daraz
heşt heşt, heyşt (jimare 8, VIII)
heşta heştê, heyştê (jimare 80, LXXX)
heştalû xox, bnqox
heştamîn, heştahemîn heştêyem, heşêyemîn, (di rêzê de ya / yê) heştêyê / heştêyan
hefte, hefte hefte, heftî, heft roj yên bi hev re yekîneyek demî pêk tînin û 52 ji wan dibin salek
heştem, heştemîn heştem, heştemîn, (di rêzê de ya / yê) heştan
heştyek heştyek, heştêk, yek ji heştan, 1/8
heta 1. heta, ta, heya, heyanî 2. daku, bo ku, ji bo ku, da: Hatim heta pêt bilêm Hatim daku bibêjim te, Hatim ji bo ku ji te re bibêjim 3. hê, hêj, hêşta, hê ku: Zû ke heta nemirdûwît şitêk bike Zû be hê nemirî tiştekî bike
~ diwayî ta dawiyê; (htd) hwd, her wek dî
~ ser ta serî, ta dawiyê
hetar zinar, kevir, ber
hetarek:Hetarek û metarek, hacî hecit mibarek "Bimbarek û tebarek, hecî heca te mibarek"
hetaw tav, hetav, roj
hethetoke niviştok, hemaîlk (t yên bi stoyê zarokan ve tên kirin)
hetîw sêwî, êtîm, bavmirî, daymirî, kesa/ê herdu dêbavên wê / wî yan yek ji herduyan mirine; (m) xwelîbiser, rezîl
û metîw kolanî, zarokên kolanan, zarokên bêkes / bêxwedî
hetîwbar sêwîbar, (jin) daysêwî, dayêtîm, jina mêrê wê miriye û zarokên hûr hene; (piyaw) bavsêwî, babsêwî, bavêtîm, babêtîm
heynî în, eynî, cum'e, roja xutbeyê, ji rojên hefteyê ya piştî pêncşemê û berî şemiyê
heyran 1) heyran, gorî, qurban, kesa/ê wa pirr ji tiştekî / kesekî hez dike ku dikare xwe jê re bike gorî / qurban 2) heyranok, heyran, birrek stranên kurdî ye
heys heyîn, hebûn
heyş jiyan, derbara jiyanê, îdareya jiyanê, meşîna / meşandina jiyanê
~ pê helgirtin jiyan lê dijwar kirin
heyşo fehêt, fedî, şerm, eyb
~ lê helgîran xwe di bêşermiyê danîn, derpiyê xwe dan ser milê xwe, mîna bêşerman kirin
hoqe, hoqe hoqe, yekîneyek pîvanê ya nêzî 0,3 kîlogramî ye
hor têrr, çewal, tûrik, kîs, telîs, torbe
horin horrin, tûtik, dengê agadarkirinê yê tirimpêlan û hin tiştên dî
hordû artêş, ordî, leşker, cêş, esker
hore hoo! boo! wiştê-êê lelo! (bo mêran) wiştê-êê lelê! (bo jinan) (dengê li dijî kirinên kesekî bi armanca ku ew kirin nayên pejirandin yan jî kesa/ê dike "boo!" yan "hoo!" pê ne razî ye)
horêşebnrêwî
horî horî, zeriyên biheştê, keçên bedew / pak / xama li biheştê
horte edet, banek, irf û edet, torre
hoş (1) hiş, , hay, bîr, mejî
hoş (2) şoş! şoş kero! şoşe were! (bangkirina li keran)
htd (kurbêje ji heta diwayî) hwd, her wek dî, her wek wan
hucetbnhêz, zor
hucre hucre, odek, odeya biçûk
huje giyayek e şorbe jê têt çêkirin
hukim, hukm 1) hukim, hikim, ferman, desthilat, rêveberî, serokatî 2) daraz, hukim, biryara dadgehê yan daîreyek dî ya fermî / resmî
hukimdar fermandar, hukimdar, serok, desthilatdar
hukmetbnhikûmet
hule pîsatiya hêştiran / deveyan / sareyan
hulesê angaşt, îdîa
hulhulî guherrok, xweranegir, guherrbar
huma firrindeyek çîrrokane ye ku herdem piştî şewitîna xwe dîsan ji nav xweliya xwe radibe û vedijî û bûye sembola nemirina hêviyan. Di zimanên ewropî de jê re "fenîks" (bi îngilîzî "phoenix") têt gotin