Hebû tinebû, di demekê de zarokek Zaro û leyistokekî jî bi nav Jaro hebû.
Ev Jaro yê, diya Zaro Zaro re bi texte ve çêkirî bû. Ev leyistokê texte zarokek porkurt bû. Lê hinekî zirav û lawaz bû. Lewme diya Zaro ev leyisok re Jaro digot. Dayk ji Zaroyê kurê xwe re got: “Hey Zaro, ha binêre min ji te re leyistokek rind çêkir. Navê wê jî Jaro ye. Lê tu ji wê re rind bileyize û neşkîne. Hem jî di dawîya leyistinê de leyistokên xwe belavbûyî bernede û berhev bike.Baş e, Zaro! Te go erê.”
Zaro jî got; Min go erê!
Paşê Zaro gelek spasî kir û piştre Jaro hilda.
Belê Zaro roj bi roj Jaro dileyist.
Lê Zaro sonda xwe zû ji bîr kir ku Jaro ve gelek zexm û tund leyist. Zaro, leyistokê xwe yê Jaro pir diêşand. Rast e ku Jaro ji destên Zaro zehf jan kişand. Zaro di her leyistinê de ciyekî Jaro dişikand. Car diavêt, car jî Jaro ji destê Zaro diket erdê. Jaro ji ber hindê zehf xem dikir. Di dawiya leyistinê de ling, pê û milên Jaro dişikest. Paşî jî hemî leyistokên Zaro belavbûyî diman.
Herdem dayka Zaro jê re digot: “Zaro, kurê min, rind û nerm bileyize. Li dawiya leyistinê hemî leyistokên xwe berhev ke. Ti car belavbûyî nehêle.
Zaro ti car bi gotina diya xwe nedikir.
Rojekî êvar Zaro raza. Jaro jî kete xewna Zaro. Lê Zaro gelek tirsiya. Jaro di xewna Zaro de wiha got: “Hey Zaro! Tu çima bi min re rind û nerm nalîzî?” Paşê Jaro disa peyivî: “Xwediyê min Zaro! Tu çima bi gotina dayika xwe jî nakî û min belavbûyî dihêlî?
Zaro xwê da û got: “Bibore Jaro, li min negire, êdî şûnde wisa nakim. Ji gotina diya xwe jî dernakevim. Ez ê bi te re jî rind û nerm bileyizim û di her dawîya leyistinê de leyistokên xwe berhev bikim.
Paşê Zaro hişyar bû û xewna xwe ji diya xwe re vegot. Diya wî gotê: “Jê netirse, xewn e. Lêbelê tu jî gotinê min bikî û Jaro re rind û nerm bileyizî.”
Zaro jî bi dil û ji dil got: “Bila.” Piştre çû Jaro hilda hembêz kir.