|
|
Internet
û ragiyandina kurdî Danasîn û danistana kurdan di Internet’ê
de mijara korrekî (semînarekî)
li komeleya Awadani e.V. li Berlin li roja 03.09.2003 ABDALLAH OSMAN |
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
… mirov li va dinyayê peydabû dako bijî; danistana mirovekî bi mirovên din re bo jiyan û jiyandin û hevjiyanê gerektir dibû, lewma li bogirê hestên xwezahî weke bîhnkişan, bînîn (dîtin), bihîstin, alastin, mistîn, pêhesîn (telepathie), …ûhd. danistana nîşandanî, axaftinî û nivîsandiniyê, yanê zimaniyê destpêkir. Alîyeta danistanê
di navbera mirovan de di pileyên kombûn (nîzam, rêjîm, sazî), birefkirin,
nêçîrî, çandin, gundbûn, bazarî (bajarî), şarestanî (medeniyetî), dewletî
(welatî) û giloverîtiyê (cîhangîrî)
derbazbûye, derbazdibe. Danistan di navbera kurdan de ji ber
sebebên perçiqandina da-welatî (sinirdanîn) û dagîra biyaniyan li ser û
dij wan ta berî nuka jî gelek kem û lawaz bûye. Danistana bi zimanê kurdî di vir de berve
nemandinê diçûbû. Berxwedana kurdan û ferehbûna bazariya cîhanê
(giloverîtî) sîtar û sinirên ku dijminan li ser danistana kurdan danîbûn
radikin. Dewrana giloveritiyê dêmak dikeve xizmeta kurdan – ka de em
bibînin ma em kurd bi karên bi ser me de dihên heq derdikevin yan
çon? I. Nirînek li ser peydabûn,
pêvejoya danistan û ragiyandina kurdan û taybetiyên wana :
1. Destpêk : Danistan me kurdan di peydabûna mirovan de
destpêkiriye. Li gor hewildana çanda kurdî yekemîn mirovê (ayin-san) li va dinyayê me diyarbûye, afiriye
Adam (Adem, a.me.da) bûye. Adam di serete de bi tenya xwe li va hebûnê
danistana xwe bi hesteyên xwezahî (bînîn, bihîstin, alastin, bêhnkirin,
mistîn,…) bi xwe û jîngeha (Xwedayê, Xwezahiya) xwer re dikir. Adam yek
kesê nêr bûye û dako jiyana mirovan berdewambibûye, Hewa (Heva, Êva, Evîn,
Hewa) ya mê li gel wî afiriye, bi hev re danistan kirinie, jiyane,
zewiciye (dumahr kiriye) û ji wan zar bûyîne (zayîne). Bi zayîna (bûyîna)
zaran (piçikan, qiçikan) Adam û bi taybet dayika zaran Hewa pêhesîyan ko
danistana xwezahî (weke behrîn, qîrîn, nîşandan,…) bo perwedeya,
tîmarkirina zarokan besnake, lewma û li gor encamên nûhtirîn lêkolînên
zanistî dayikê (Hewa) mecbûr bû danistana zimanî biafirîne. Dansitana
zimanî, wişeyê, peyviyî, axaftinî li gel ya nivîsandinî hefkî çû
biserkeft. Mirovan li Kurdistanê li hev dicihvîn, bi hev re danistandin : Bi zimanên kevin, arî, kurdî, axivîn, nivîsandin, deng, awaz, nîşan, dîmen dane hev, nexişandin, bo niweyên dû xwe hêştin. Bo nimûne : - bangên devî, stiran û peyivî yên komên bazarî, cihvatî-ayinî - dîmandin yan nîşandan yan nexşandin: kêl, paç, sing, al, agir (dûman), şanek li ser zinarekî, darekî - siwarçî yan peyadeyekî, yan qumrîkî (kotir), peyamek yan tiştek ji cihekî digihande cihekî din, dûr 2. Pêvejo : Têknîkên nû yên danistanê weke makînên çapkirinê, telefon, brûsk (berq), autombîl (trimbêl), tirên (çîman), firoke, gamî (papor),…ûhd. ji dawiya sedsala 19an de ji Europayê ve ne bi yekser ketin Kurdistanê, ev têknîkan (bo ninûme telefon) milka padişahiyên Osmaniyan-Turkan û Qacariyan-Pehlewiyan û yên hevalbendên wan (Brîtanya, Russya, Alemanya, Fransa, …) bûn û di xizmeta wan de li dij kurdan û welata van bikardihatin. Jiyana Kurdên dubeşkirî bi navendetîya paytextên wan ve hatibûnn girêdan. Dema ku Sultaneta Osmaniyan di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) hilweşiya, kurdên wê vê carê berve sê navendiyan, Istanpol-Anqarê, Baxdad û Şamê ve hatin perçiqandin. Têknîkên danistanê li welatên kurdan hîn zêdetir ketin xizmeta hukmetên turkan û araban yên di kurdan de wek dijminên xwe didîtin. Nebûna da-welat, bazarî, navendiyetî, medeniyeta kurdan di 200 salên borî danistana wan bi hev re şikandin. Ragiyandin û danistana kurdan ji 200 sal de berve nependî, diziyê, peçnandiyê, veşartiyê, qaçaxçîyê ve çûye.Sebeba va yekê jî dagîrsandina bîyaniyan û çewsandina wan li ser kurdan bû. Rêxistinên siyasî-cihvatî-olî di berxwedanên de ji zû de danistanke sêrek, parvehî, veşartî di nav gelê xwe birêvedibirin. Lê rê li pêş danistaneneke ferehtir, gelî-welati-netweyî-cîhanî bo kurdan herçû tengdibû : Mîrên Bedirxaniyan ji Edirne, Istanpolê hatin Şamê, Qahîre û paşran bazdan Europa: Li videran çapemeniyên siyasî-çandî wek rojnameya Kurdistan 1898 li Qahîra, kovara Hawar li Şamê 1932 derxistin. Li başur, li Suleymaniya komeleya Hêwa/Hêvî 1910 rojnameya „Rojê Kurd“ weşand. Belavbûna weşanên çapkirî gelekî kem bû û karekî dijwar. Ji sala 1945/46 de demeke nû bo danistana kurdan vebû: Bi alîkariya Sovyêt komara Mehabad (dewlet) û PDK damezirîn, ragiyandeneke kurdî ya fermî li Rusya destpêkir û partiyên siyasî yên kurdan berxwedanên xwe li rojhilata navîn û li seranserî cîhanê ferehtir kirin, li radyoyên Erîvanê û Qesr Şîrînê şandeyên kurdî vebûn û ji sala 11.03.1970 danistan û ragiyandeke kurdî ya fermî (dewletî) li başurê çesipî. Sêlk (kavan), radyo, kasêt, telefon, post û paşran televisiona bi kurdî li Baxdadê hêştin ko danistana kurdî di ser siniran re hinekê vebije, dûryetî hinekê nizîk kir, lê bigiştî sotara (şebeka, radeya) ragiyandin û danistanê li Kurdistan û di nav kurdan de li welat û li dervey wê heta salên 1990 di hemû layan de qels, lawaz, perçiqî, dijhevî, sade, kem, piçok bû. Weşanên çapkirî yên hebûn, bi pirranî mulka partiyan bûn ; belavkirina wan di nav kurdên welat de qaçaq û yên li derve jî ne tim serbest bû. Belkîm radeya kombûnên cihvatî (dewat, cejn, …ûhd.) bo danistana kurdan di 200 borî de ji yên hemû şêweyên din sûddartir bû. Bo encam : Kurd û Kurdistan ji destpêka şorişa
sazkariyê li Europayê (sedsalê 18) de ne amade bûn bo afirandin, wergirtin
û bikarhanînên têknîkên danisatnê yên nû û têkxistina wan di xizmeta xwe
de ji ber du sebeban : Dagîra biyaniyan û dorgirtin. Danistan û
ragiyandina kurdan di va demê de sade (bê têknîk), perçiqî, lawaz, kem,
girêdayî derve û dijhev (bîrcudah) bûn. Dijmenê herî ters yê kurdan hên jî
dewleta turkan e. 3. Nûke : Ji sala 1991 de (pêkhanîna devera parastina hewayî li Başurê) zemîneke zîvî û saten li diway daxistina rêjîma Saddam Husseyn (9.4.2003) rûpeleke zêrînî bo ragiyandin û danistana kurdan destpêkiriye hên li welat û hên jî li derveyî wê: Welat: Di salên 1991-1998 de li başurê parastî kurdan doziya rêjîmeke azad û demoqratî dikirin û li gor va armancê saziyên danistan û ragiyandinên xwe ji hev cudah û gelek caran bi têknîkên tevî nûjen birêvedibirin (TV, Radio, Weşan) ; başur bûbû meydana vekirî ya hemû hêzên kurdan û rojhilata navîn, partiyên kurdan li vir mixabin pirrtir şerê hevdu dikirin. PKK (1992) û paşran YNK (1996-1998) bê encam li dij PDK. Ragiyandin û danistana kurdan eynî wisa perçiqî û dijhevî bûn. Her partiyekî li başur ragiyandina xwe bi seriya xwe dikir. Dijheviya kurdên PDK, YNK û PKK û kuştina hevdu bi destên xwe di salên 1990 de mixabin naverok û berekêşiya ragiyandina wan û xema danistana kurdan bûn. PKK ji sala 1992/93 de dît ko tu xêr ji şerê bidernakve, lewma bervê xwe daye Europa û Amerîkayê û vana gotin arê. Bi yarmetiya ZDF (Alemanya) û CNN (Amerîka) PKK bi qenala MedTV di 1994 de yekemîn TV-satelît ya kurdan damezirand (li Belcîka) û bo cîhanê daweşand. Bi MedTV ve danistan û ragiyandina kurdan hemû sinir û perdeyên li dij kurdan dihatin danîn derbazkirin û bingeha danistaneke neteweyî (pêşdewletî) ya nûjen bo kurdan dahanî. Di salên pêre YNK jî dît ko ewa nekanê tevahiya başurê bin destên xwe xîne, lewma û bi zexta giloveriytiya Amerîkayê PDK û YNK peymana Washingtonê îmzekirin, bûne yek. Satan pêre di 1999 de Ocalan ji Şamê derket û kete zîndanê Tirkiyê. PKK aştîxweziya xwe ya salê 1992 vexweyand û şera li bakur û başur rawestî. Li bakur berxwedana medenî ferehtir bû. Li başur qenalên TV yên satelît vebûn : KurdistanTV ya PDK û KurdSat yan YNK. Van du qenalan hên radeyên şandinên xwe fereh kirin, xwe gihandin kurdên li derveyî welat û hên mecbûr bûn, sewiya danistana xwe giran bikin û berve ragiyandineke gelî, pêşdewletî bikin. Bi weşandina beşa kurdî di VOA 1991/92 de Amerîka berî PKK û partiyên kurdan bersiveke gelek jîr û dûrbînî dabû hemû kurdên bi hev nedikirin û hemû dijminên wan li deverê û li dinyayê. VOAya kurdî bi sewiyekî gelekî hêja û kurdiyeke zelal kurdan li tevahiya cîhanê geşkirin. Dema ko Europiyan û turkan MedTV li diway revandina û riswandina Ocalan 1999 qedexekirin û qapandin, dewleta Îranê bi weşandina beşê kurdî di televisiona dewletê de IRIB sîlmeyeke req, bersiveke zîrek havêjte hemû dijminên çanda kurdan, di serî de rêjîma dewleta turkan. Weşanên kurdî bi alîyeta satelît danistan û ragiyandina kurdan ji hev nizîkkirin û nîşana berve yekbûna wan da. II. Danistana kurdan bi computeran û di Internetê de: Danistan û ragiyandina kurdan bi hevre û bi derve re bi alîyeta Internetê bi şêweya balkêş ji sala 1996/97 de bi belavbûna MS Windos 1995 li gel MS Explorer destpêkiriye. Berî va demê Internet di navendiyên ragiyandinê weke MedTV û saziyên zanistiyê (ên pirr bi Mac) hatiye xebitandin. Bikarhanîna computeran (Mac, PC) li ba kurdan ji dawiya salên 1980 de bi kêmanî belavbûye û paşran pirrbûye. Binyada cihvata kurdan bi taybet li welat hejar bûye, lewma heta naka jî belavbûna computeran û bikarhanîna Internetê kem in. Rewşa li başur (devera azad û parastî) û bakur (bazariya vekirî) ji derfeta beşên din pêşkeftî tir e. Kurdên li welatên derve (Amerîka, Europa, Austrulia) dijîn, zûtir û pirrtir computer hewandine, bi Internetê ve girêda ne û tê de xebitîne. Ji sala 1996/97 de hejmara kurdan, bi taybet kurdên başur, bi pirranî yên rewşenbîr û zangir, yên ji welat direviyan Europayê zortir dibû. Saten eyn di va demê de binyada belavbûn û bikarhanîna Internetê zêdedibû. Pêwîstiya gelek kesan ji van bi computer çêdibû, pêfêrdibûn û bikardihanîn. Binyadê diravî û rewşenbîrî hêştin ko gelek kes ji wana Internetê jî bikarbihên û tê de malperên bi kurdî yan bo kurdan beweşînin. Hefkî çû hev pêvejoya geştir dibe, jiber hîn cîhaz (Hardware), programm (software) û hîn xizmetdank (Service) erzantir û asantir dibûne. Jerkî ko aramî li hemû Kurdistanê ji sala 1999 de baştir bûye, balkêştir ji sala 2001 de, belavbûn û bikarhanîna Internetê û malperên kurdî tê de, yanê danistana kurdan û ragiyanidayin a di internetê gelekî ferehtir, dewlementir dibin. Zûtirîn malperên kurdî yên di sala 1997 de dest bi weşandinê kirine yên partiyan in weke PDK, YNK, PKK, ...ûhd. Bo encam: III. Têknîka Internetê û şêweyên danistanan di wê
de:
Têknîka Internetê ji zû de (1961) heye, lê berê pirr biha û lewma bi tenha di sinirên saziyên leşkerî û medenî li dewletên zengîn û pêşkeftî de mabû. Ji roja ko mirov dafiriye li ser hêvê di 1968 de û danistana cîhanê hefkî çû bi satelîtan ve asan û erzan bû, sinirên dewletan û çiwarsiyên (bazarên) wan nema dikanîn serdema cîhangîriyê (giloverîtiyê) bi rêvebiriya Amerîka birawestînin. Word Wide Web
(www)[ bi kurdî : tora gişt dinya] di sala 1989 de peydabû (1989/90
rêjîma Sovyêt şika!). Ninmûzec: Satora sêkuşên bihev girêdayî li seranserî
giloverê. Microsoft bi Windos 95 (li gel pencera MS Internet Explorer) computereke, programmeke nû, gelî bo tevahiya cîhanê derxist. Bi va yekê deriyê danasîn û danistana Internetê jibo her kesî li hema her derî li va dinyayê vebû, bêyî ko kesek, hêzek bikanîbe yan bixwaze, rê li pêş vê pêvejoyê bigire. Microsoft programmên xwe sal bi sal nûvekir, baştir-, arzantir- û cihanîtir (pirrzimanî) kir: Windows 98, MS 2000, MS Office 2000, ...ûhd. Îro nizîkî 90% ji hemû PC yên li cîhanê bi IE kardikin. Di demên nizîk de
MS Windowsa Kurdî (XP, ...) derdikeve bazarê cîhanê. Niweyên nû, şagirdên
kurdan wên bikanibin, bi PCyê kurdî
fêrbibin û îşbikin.
1.
Hardware: Cîhaz: PC (Personalcomputer), Mac, Handy,
LapTop (festplatte, monitor, tastatur, micrphone, camera, printer,
Diskethe, CD-DVD-Player, …) 2.
Software: Programm: Browser (MS Explorer,
Mozilla, Netscape, Opera,…); PDF (AcrobatReader); pencereyek li ser
monîtorê bo dîtinê; Programmên cudah bo danîna berheman weke MS Office
2000 3.
Peywend bi satora danistanê: Modem di/li
gel computerê - Telefon yan
Sat, pêlên kehrebayî/brûsk,
4.
Server (navînçî, xizmetçî,
xizmetdank) : AOL, Telekom, Freenet, Yahoo, Web; servêrê xwe; 56
kbit/sec yan DSL 1.536 kbit/sec 5.
Zibûn (kirî, kirîn): Bikarhêner (mêhvan,
sêrger, xizmetxwaz, jêbir), daner (xwedanê malperê): E-Mail (postê
elektronîk: [email protected]), nûçe,
zanîn, xizmet, kirrîn/firoştin, film/video, leyiz. Mêhvantiya (seredaniya,
bikarhanîna) Internetê yan serbest (li dukanan) yan jî wek parteyê
Server’kî (wek AOL. Telekom). Bi navê xwe yê kin û yekî dizî mêhvan dikeve
Internetê. 6.
Domain (bi kurdî: zevî, dever, herêm;
beşek yan sewiyek di satora cîhanî de; giştî nimre, jimare ne, Browser van
tercume tîpan dike, dako bikarhanîna Internetê asan be): .com, .edu, .gov,
.mil, .net, .org; .ch, .de, .fr, .sy, .tr, .ir, .uk 7.
www.:
Hejmareya/reqema kilîta telefona Internetê, cîhanî ye 8.
Bihayên kirîkirina Domain’ekî: Her mehekê
(heyvekî, mangekî) ji 10 € û
jor de bo 9.
Malper (Homepage, website, site, portal):
Nivîs, deng (stiran, radio,…), wêne, fîlm/Video, leyistin, .. hemû madeyên
danasînê, ragiyandinê û danistanê bi programmên cudah (Dreamweaver, Word,
PhotoShop, Editor, …) bo weşandinê di pencerê Internetê Browser (IE,
Netscape,…) de dihêtin amadekirin. Pêzanîna programman bo danîna naverok
û benzeyên (Designe) malperan pêwîst
e. 10.
Hiinardin û nûvekirin: Bi programmekî FTP
(File Transfer Protocol) weke LeechFTP ew malpera amadekirî li ser
jimarekê (reqemekî) dizî û navekî din yên xwedanê malperê bo Server dihêta
şandin; li vir malper bi yek yekser di Internetê de derdikeve. Xwedanê
malperê bi tenê jimareyê dizî dinase, lewma ewa bi tenê jî va malperê
nûvedike, yanê naverokên wê dighurîne. 11.
Şêweyên danistanê: telefon-/banglêkirin
(http://www.puk.org),
E-Mail; şandin û wergirtin, Formular: şandin, Chat: şandin, Games
(leyistin/leyz) digital û analog. 3.
Rindiyên Internetê:
a.
Danasîn, ragiyandin û danistana nûçeyan,
peyaman û zanînê lez-, asan- û ferehtir bûye. Internet 24 sa’tan, her tim
bo bikarhanînê amade e. Mirov îro dikane bi rêka Internetê danistana
nivîsî, dîmanî, dengî û video/filmî di eyn wextî de bi mirovekî yan
mirovên din re li sernaserî cîhanê danistanê bike. b.
Internetê deriyê ragiyandin û danistanê
li pêş her kesî vekir; ev pêvejoya monopola hên saziyên siyasî (weke
partiyên kurdan li dij hin kesan) yan dewletan (wek cîhazên ragiyandina
fransiyan weke afp yan alemanan weke SFB MultiKulti li Berlînê yan araban,
turkan, … ) li dij kurdan şikand. Kesên serbixwe bi qedandina çend kursên
fêrbûna Internetê dikane bi 10-20 € bo her mehr malperekê vebike û babetên
xwe û yên hevalên, nasên xwe tê biweşîne. Dijwarî di berdewam- û
nûvekirina rêzandî de ye. c.
Internet cîhanî (bi her ziman e) û giştî
ye (nivîs, dîmen, deng, video). Hemû qenalên radio û TV, weşanên çapkirî,
analog û digital diweşîne. Mirovên kurd li welat dikanin guhadrî radioyên
nawçeyî yên li Amerîka, Australya yan Europa bikin. d.
Naverokên Internetê asantir nûvebar in.
Xwedanê malperê (Administrator, webmaster) dikanê bi asanî hemû naverokên
malperê, yên embarkirî jî (ji billî naverokên PDF) rast û nûvebike. Ev
yeka di weşanên çapkirî, radio û TV de qet nabêt. e.
Zimanê Kurdî: Internetê weşandina bi
zimanê kurdî (taybet bi latînî) gelekî bi pêşxist. Gelek mirovên ji ber
sebebên cudah nedikanîn bi kurdî binvîsin yan çapbikin yan biweşînin, îro
bi alîyeta PC (supas bo Bill Gates, xwedanê Microsoft li Amerîka) û Internetê var karî bi asanî
dikin û hefkî çû ev karan hêjatir û pisportir dibin. Di Internetê de
saten, ji billî radio û TV, perrtukxane û dibistana kurdî vebûye. Nimûne:
Ferhengên Kurdî (Afrin, Mehname, Heval, Institua Istanpole, Instituta
Parîsê, Bamernî, ... ûhd.) f.
Daxirandin (arşîvandin): PC yên nuka
gelekî baş, lez û rast kardikin û axirên (xezîneyên) wan mezin bûne. Mirov
bi asanî dikanê hema hemû made yan weşanên di Internetê de li ser PCyê xwe
dagire û bi rêzandiya arşîvekê bo xwe embarbike û va arşîvê wek dixwaze
bikarbihêne. g.
Lêgerîn: Dema ku hemu weşanên, naverokên
malperan bi Internetê ve dihêtin girêdan, makînên lêgerînên navneteweyî
yên aşkere kardikin û xizmetan didin hene, yên hema hemû navan yan peyvan
di weşanên Internetê de li ba xwe komdikin, girêdidin, rêzdikin û di
malperên xwe de di Internetê diweşînin. Bo nimûne: navên mirovan (Kendal
Nezan) yan cihan (Dersim) yan saziyan (Instituta Kurdi) yan partiyan
(PSK),…ûhd. 4.
Nerindiyên
Internetê: a.
Internet pencereyekî yan qilekî bi derve
re yê vekirî ye. Yanê veşartin tê de gelek kêm e. Mirovên nenas ji derve
dikanin hemû tiştên me re yên di computer de hatine danîn, û çon, kengî
hevna çêbune, pêbizanibin. Bi vebûna Internetê cîhazê me re vekirîdibe.
b.
Internet di bazariya cîhangîriyê de ye. Kurd
hên hejar, kem pêzan bûye û hên jî dereng dest bi Internêtê kiriye. Lewma
gelek fersend destpêka Internetê ji dest çûye û naka bi derengî jî bo
vegerandina jidestçûnan kar dijwar û biha bûye. Bo nimûne navên
malperan : www.kurdistan.org (akin), www.afrin.com (saziyek li
USA ?), ww.rajo.com (saziyek li Japan), www.kurdistannews.com
(sex?) c.
Qapandin yan qedexekirin : Cihên
hêzdar, bi pirranî dewletî ne,
dikanin peywediyên (têlên, frequenzên) Internetê dabirrin, qitbikin
yan jî bi biryardanekî siyasî, rewayî weşana malperekî birawestînin.
Nimûne : Li Suriyê gelek malperên rêxistinên dijberan hatine
qedexekirin. Di meha heftan de malpera www.amude.com li ser mêhvanan li
Suriyê, Cezîrê bo mawê du rojan hatibû birrandin. Aşkere ye ku sebeb
siyasî, dij kurdan bûne. d.
Danistana Internetî mirovan bêyî hevdu rast
binasin li hev komdike – ev kombûna, danistana ne yekserî, ne xwezahî ye.
Tenyabûna kesan belavdibe. e.
Kopîkirin (dizzîn, qaçaxî) : Bi taybet
dizzîna stiran û awazan û fîlman, ji CD yan DVD, daxirandina va di
malperekê de, danasîna vê û kopîkirina naverkê ji aliyên
mêhvan. f.
Daxweyan (Reklam, Werbung): Reklam caran
heja ne (rojev, efrin) û caran ji babetê malperê dûrdikeve û ne qenc in
(Casino li ba Mehname, Gelawêj) g.
Internet hên hinikê (li Alemanya)
bihaye : Her mehekî bi kemtirîn 15 € bo girêdanka telefonê û 9 € (bo
10 satan) bo Server, bi hev re dike nizîkî 25 € (TV û Radio : 16 € bo
yek meh) IV. Kurd di Internetê
de: Beşdarbûna kurdan di Internetê ji sala 1997
de destpêkiriye, ji sala 2001 de ferehtir bûye û herkî çû baştir û
girantir dibe. Lê dîsan gerek me bibêje, ji ber sebebên tunebûna dewlet û
hindikbûna saziyên mezin, amadebûna kurdan di Internetê de û li gor
piyasên cîhana pêşkeftî kem e û pirr caran li ser millên kesanên serbixwe
mane. Saziyên kurdan yên îro hene bi karên xwe radibin, lê me re dîsan
balkêş dibîne ko, hên diraviya, hên jî satora hevkar û pisporên wan di
tengiyan de ne. Hebûna Kurd û Kurdistan di Internetê de me
re dikane di sê beşan de bibîne:
Xwedanê malperekî kurdî gerek kurd be, ger kesek, komek ji kesan, partiyek, saziyek yan jî hikumetek. Hema di hemû malperan de, her wisa di yên kurdan de jî lînkek (pêkeft, girêdank) bi rûpelekê ve girêdayî heye, tê de lînkên bi pirraniya navnîşanên malperên kurdan hatin rêzandin. Di videran de mirov dikanê malperên kurdan binase, bijmarîne û bixwîne. Min di meha gulan de careke lîsteya malperên kurdan û yên li ser kurdan amadekir ; jimara hemû malperan gihêşte 348. Heva bêguman beşek e ji malperên yên rast hene. Malper dihên girtin (www.bulican.com, / radio azadi), guhartin (www.pukg.de/kurdsat.htm), lewma jimartina wan çetin e. Belkîm hejmara hemû malperên kurdan çend hezar in – eva jî kem e. Malperên kurdan yên li welat zûtirîn li başurê Kurdistan , Libnaon (al-Partî) û li Turkiyê (Istanbul) destpêkirin e. Çend û çonyetiya wan hên jî kem û xerab in, ji hinik li başur ji nizîk de baştir dibin (al-Taaxî, xebat, Kurdistanê Niwê, Al-Ittihad, zankoyan). Pirraniya malperên kurdan (belkîm 90%) li derveyî welat, rojhilata navîn in. Kurdên li Europa û Amerîka, bi taybet li Alemanya û Siwêdê, baştirîn û çalaktirîn malperên bi kurdî bo kurdan diweşînin. Navên malperên kurdan kurdî (www.demanu.com.tr), nîştimanî (www.efrin.com), rêxistinî (www.kdp.pp.se), çandî (www.mehname.cjb.net), olî (www.lalish.com), kesanî (www.abdullahocalan.com), saziyanî (www.unisul.com) ne. Hemu partiyên kurdan di Internetê corbecor beşdar in. Saziyên ragiyandina kurdî jî tek bi tek di Internetê beşdar in û rojname, kovar, weşanên û nûçeyên xwe yên din weke musîkê jî bê peran pêşkêşî mêhvanan dikin. Lêgerînên Kurdî: Gelek malperên kurdan nuka
lêgerînên xwe jî hene. Yanê me re dikanê li peyvikê, hevokikê di xezîneya
wê malperê de begere û bibîne. Lêgerîn bo bîrhanînê lêkolînan zor giring
e. Bo lêgerîna di hemû Web de ji aliyê kurdan de www.legerin.com heye, lê
gelekî lawaz e. Nirxandin û rixnandina malperên
kurdan:
Naverokên
malperên kurdan û yên giloverî-kurdî mixabin kem bi kurdî ne. Gelek
babetên giring ne bi kurdî ne. Pirraniya rewşenbîran bi turkî û arabî
dinvîsînin. Nivîsa kurdî jî bidaxewe hîn jî bi her du tîpan e (latînî û
arabî). Tenha çendik malper hene (rojev, Kerkuk-Kurdistan, amude, mehname)
yên ko me re jê bendewar e, da bibin serkêşên yekbûna nivîsandina kurdî ya
bi latînî. Yekbûna nivîsandiya kurdî bi latînî pirseke wextî ye û bi
yarmetiya Internetê ketiye pêşdeçunekê lezgînî. Yekbûna nivîsandina
kurdiya soranî bi yekbûna siyasî li başurê Kurdistanê ve girêdayî, nuka
weşanên çapkiriyê weke Kurdistanî Niwê û Xebat û saziyên
çandî-zanistî bi va karê
radibin. Malperên kurdî weşan û xizmetdankên xwe bi gelek zimanan didin weke arabi, turkî, egnlizî, farisî, alemanî, siwêdî, hollandî, fransî, rusî, ...ûhd. Ev yeka hên bi cihê ko tê de malper diweşe û hên jî bi nivîsvan/hevkarên malperên ve girêdayî ne. Gelek malperên kurdî hene (bi taybet ji kurdên Suriyê), yên nû dest bi rêzdankekî (konzepetekî) weşandinî kirin e. Malpera www.amude .com giraniya xebatê xwe nûka daye ser weşanên bi zimanê kurdî (latînî), www.qamislo.com bi du zimanan, arabî û kurdî diweşîne. www.avestakurd.net tenha bi kurdî, Weşanên www.efrin.com û www.kobani.com bi sê zimanan ( kurdî, alemanî, arabî) ne û her wisa. Baştirîn malperên kurdî bi latînî îro Kerkuk-Kurdistan.com (Swêd), rojev.com (Alemanya) û amude.com (Alemanya) in û hêvî heye ko hevna pêvejoya yekbûna nivîsandiya kurdiya nûjen leztir bikin. Naverokên malperên kurdan bi giştî ji van babetan pevdikevin: -
nûçe, peyam (welat,
cîhan) -
siyasî, gelemperî -
cihvatî, jin, zarok -
dîrokî -
zanistî, lêkolîn, weşanên
nû - çand, huner, deng, sitran û awaz, videoyên kurdî - fêrkirin: dersên kurdî, rêziman, ferheng - kesanî (kesbextî): nezirs gästebuch - nexşeyên (ceografî) yên Kurdistanê - navên kurdî (lawan, keçan) - navên gund û taxan (bi kurdî resen – turkîkirin) -
paltalk, hevpeyvîn, Radio,
TV -
Aborî (rojev) -
Nivîsar, nivîskar,
editor - Belge (Kerkuk-Kurdistan) -
Dever (Kerkuk) -
rapirsîn -
Medya (rojev) -
Xizmetdan weke e-mail, ferheng, lêgerîn,
arşîv, weşanên çapkirî, lînks -
Rêklam Naverokên malperên kurdan mixabin hîn jî
gelek ji siyaset, çand û hin bûyerên cihvatî pevdikevin. Peyam û
xizmetdankên aborî û yên berjewendiyên diravî-madî, bazarî kem
in. Xizmetdankên (service) hemû malperên hîn jî piçok, di
gihêştinê de ne. b.
Nirxandina hunerî /
benzdanînê: Benz (Designe), nîşandanî (symbolîk),
navigation (livandin), reng. Benz û naverok gerek hev du bigrin.
Malperên kurdan hema hemû di livandinê, nûvekirinê de ne, berve hêjabûnê.
Hejmara mirovên kurd yên ko dikanin hostayê her du tiştan bikin mixabin
hên kem in. Gerek malperên kurdî weke yên cîhaniyê berve sadeyiyê,
asaniyê, sivikbûniyê, lezbûniyê, zelaliyê, açiqbûniyê, hevgirêkbûyê ve
biçin. Nîşanên neteweyî weke ala Kurdistanê îro
di gelek malperên nû de kem dibin. Malper kurdiyetiya xwe bi şewekî din,
nazîktir diyardikin. Malperên kurdî yên ko mirovên kurd bi xwe
sazkirine û birêvedibin, hinik gelek baş û cîhanî ne, hinik din di hemû
layan kêmasiyên xwe yên hunerî hene. Çend nimûnan:
2.
malperên li ser
kurdan: Dewletên cîhangîrî weke Amerîka (www.kurdistan.org), Brîtanya (www.kurdmedia.com), Alemanya (www.navend.de), Fransa (www.institutkurde.org), Siwêd,..ûhd. ji zû de rêxistin û saziyên xwendin û lêkolînan li ser kurd û kurdistan avakirine û vana di malperên xwe de di Internetê didinnasîn. Malperên glovarî (ecnebî, cîhanî) yên li ser kurdan, kem bi kurdî û pirr zimanî (pirranî bi englîzî) ne, di hemû layên naverokî (ne bi têghêjitina siyasî) û hunerî (benz, livandin) de gelek pêşkeftî ne, li ser sewiyê cîhanî ne. Gelek mirovên kurd li bogirê mirovên cîhanê nivîsên xwe di videran de diweşînin. Ji van malperan bo nimûne ev in : kurdmedia.com,Kurdsun.com, Kurd.net, Rojname.com, Kurdishnews.com, Kurdistan-observer.com. Malperên turkan,
araban û farisan jî hene yên gelek li ser kurdan û Kurdistanê û nivîsên
mirovên kurd jî b zimanên wan diweşînin. Yek ji rindiya van malperan ev e, ko gelek mirovên kurd yên neçar in, nivîsên xwe di videran de diweşînin û di malperekê de weke www.rojname.com de dibînin, ka li ser kurdan hîn çih nûçeyên din hene, kî ji wan li ser çih dinivîse. Van malperan forumek (gerdenek) nûjen bo rewşenbîryetiya kurdan û têkeldana van bi mirovên cîhanê re avakirin. Van malperan rêka rast bo vebûna malperên kurdî û belavbûna danistana kurdan di Internetê de vekirin.
Kurd û Kurdistan
di gelek malperên derveyî yên cîhanê, di weşanan, nûçeyan de amade ne. Bo
nimûne di www.spiegel.de (alemanî) yan www.cnn.de (englîzî) yan
www.aljazeera.net (arabî) de gelek peyam hene li ser kurd û kurdistan.
Mirov dikanê di her malperekê de bi lêgerîna malperê (Site-Search) yan di
malperên lêgerînên cîhanî (www.google.com, www.lycos.com, www.cnn.com,
...) de bi lêgerîna giştî (Web-Search) li peyvikî yan hevokekî di Web
(Internet, hemu malperên cîhanê di www de) de bigere.
Makînên
lêgerînê (search machine, WebSearch) yan cîhanî: Gelek malperên lêgerînerên Internetê weke
Google, lycos, fast, fox, cnn,…ûhd. hene. Tê de me re dikanê li navekî,
peyvekî, hevokekî bigere. Eger hate dîtin, encam lîsteyeke rêzandî ye ji
lînkên bi rûpelên, yan malperên ko tê de ew nava, peyva yan hevoka heye,
vedigere. Mirov dikanê li lînkan biteqîne û pê re biçe ser wan rûpelan.
Lêgerînerên hêja tabî yên cîhazên, saziyên lêkolînên gewre ne. Lêgerîner
di hemû malperên bi hemû zimanên cîhnanê (yên ko tîpên wan bi pencereyên
Browser de dihêtin diyardin) de yên bi Internetê ve girêdayî ne li peyvan, wişeyan,
hevokan digere, wan li ba xwe komdike, da sêrgerekî (mêhvanekî) Internetê
li wan bigere û bibîne. Lêgerîn têknîkeke nû ye, lewma lêgerîner he her
tim rast dibîne. Xwedanên lêgerîneran biryaran li ser encamên
lêgerînan dadinin. Çend malperên kurdan ji ber hin kêmasiyan
ji aliya van lêgerîneran ve nedihatin kolandin. Gerek malperên kurdan haj
vê yekê hebin û hebûna xwe di danistana Internetê de
biçespînin. Nimûne: Çend peyv û navên kurdan di
Internetê de:
Encam : Ji ber ko danistan di Internetê de asan, erzan, lez, herdemî, azad û cîhanî ye û çêkirin, nûvekirin û xizmetdana malperan û bikarhanîn, sûdlêwergirtina wan ji aliyên mêhvanan (xizmetbir, sêrger) hefkî çû di nav kurdan de zêdetir dibe, em dikanin bibêjin, ko Internetê deriyeke azadkariyê ya nû bo ragiyandina kurdî vekir, tê de hejmarekî ferehtir, ji bilî partiyan û saziyan, ji kesên rewşenbîr yên serbixwe yan xweserî jî dixebitin, xizmetan didin. Çonetî û çendîtîya danistan, danasîn û ragiyandina kurdan di nav xwe de û bi derve re baştir, rohnîtir, giştîtir, bersivandtir (nirxandin û rixnandin) bûye. Internetê aso û bereyê danistana rewşenbîrên kurdan ferehtir kiriye û xezîneyeke gelek mezin û dewlemend, pirrziman û pirrbîr, ji nivîs, dîmen, deng, awaz û videoyên kurdî û yên li ser kurdan bo xizmetbiran amadekiriye. Ev arşîva hîn jî gewretir û giloverîtir dibe. Internetê perdeyên tarî yên li ser danasîna û danistana kurdan çirrand : Zar, mindal û şagirdên ev roj li derveyî welat dikanin bi asanî di Internetê de bi kurdbûna xwe fêrbibe û danistana di navbera mirovên xwe û yên cîhanê baştir birêvebibe. Asayîşên dewletên Europayê nema dikanin wekî berê hemû qenalên danistana serbest weke weşanên Radioy û TV bixopnînin yan li dij hin kesan bixetmînin.
Di Internetê de gelek taybetiyên, berhemên û helwestên hêz û partî û kesanên kurdan û yên li ser kurdan kardikin bi zelalî, aşkere dihêtin naskirin, berhevdanîn (tayîhevkirin). Mirov dikane di Internetê hema hemû hêzên siyasî yên kurdan binase û di weşanên wan de vebikole, li bersivan begere. Made yan naverokên Internetê her dem bo hanînê amade ne, ne wek TV yan Radioyê ne (derbazok), û ne wek weşanên çapkirî, yên ku li arşîvan bi cefa û bihayî dihêtin embarkirin (bo arşiva Awadani e.V. ne weşandî, lê di Internetê de). Internet hêşt/dihêle ku mirov û partiyên kurdî yên bi bîrewerîyên cuda naka bi hevdu re yekser – bê navîntî/delaletî – bidin û bistînin. Armanc, rewişt û pêzanîna xwedanên/rêvebirên malperên kurdî biryarê, piyasê li ser çon û çendyetia weşanên wan didin. Ew her sê taybetmendiyan bi qandirî hevdu giring in û pêvejoyeke serbixwe bo encamên xebata mirovan diafirîne. Weşandina (vekirina) malperekî îro karekî asan e, lê berdewamkrin, nûvekirina herdemî yên naverokên malperê - da ko malper ji aliya sêrgeran ve bihête vekirin, bikarhanîn, bersivandin – dijwar e û hevkariyeke fereh û pisporî dixwaze. Cihvat yan çiwarsiya (bazariya) Kurdistanê, kurdên li derveyî welat jî, li gor daxwazên bazariya cîhangîriyê (giloverîtiyê) di biwarê danistan Internetê de hên kem amade ne, paş de mane, lê gerekî û pêwîstiya wan bi giloverîtiyê ve gelekî mezin in. Hejmara kesên kurd yên Internetê bikardihêin gelek kem (bi gumana min ji 1/1000 derbaznabe !). Cefayên gelek dijwar ji mirovên kurdan dihêtin xwastin, da ko li gor guherînan serkevin. Giloverîtiya bi Internetê ve ji sala 1989 de li cihanê destpêkiriye, li diway 200 sal danistana kurdan bi hev re û bi cîhanê re, hinekê dereng û hinekê bi defşa Amerîkayê, berve danistana giloverîtî, yekbûyî, dewletî bûye – eva bo me kurdan û tevahiya cîhanê serkeftin e.
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Nivîsên li ser babatê gelekî kem in; eva çend
nimûneyên min dîtibûn: 1. Ibrahim al-Yousef : al-Kurd « internetiyan », 1, 2 (bi arabî); www.amude.com, 21.05.2003 2. Qasim Hassan: Ruwiye mubeste hewle îcabiyat al-mewaqi’ al-internetiye al-kurdiye al-suriye we selbiyatiha..? www.efrin.net. 21.07.2003 3.
Sîban al-Mulla: Intiba’at ‘en mewaqi’
al-internet al-kurdiye fi hedîs al-muhtemîn. www.qamislo.com,
10.07.2003 | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
© ABDALLAH OSMAN, [email protected],
Berlin, di 03.09.2003 de | |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||