MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Deynkirin e an Xerakirin e

Meşal Temo *: [email protected]

Di van demên dawî û li ser rûpelên pêlên enternitê, malper û kovar geşbûneke di hest û mejiyê mirovê kurd e çêkirin. Bawerim jî giringtirîn sûde, ji wan tête wergirtin ewe belakirina zimanê kurdî weke zimaneke xwediyê binyatên zanemendî ye.ji xwe her ziman pêşve dice giranmêriyek dide netewe û mirovantiya me, weke geleke ku em ji nûve dest dipelîn qenî derkevin ji kûrahiya paşketinê, nemaze ya rewşenbîriya jiyanê,lewma mirov serfiraze ku dibîne zimanê me dikare bi jînweriya xwe tev li zimanên hemdem bibe.

Goriya min hênbûna zimanê kurdî û nivîsa pê, gava yekemîne ji bo beranberî dîroka mirovan bibin.Û ji bo ev yek berdewam û tekûz bibe, divêt gengeşe ; lêkolîn û nîrxandin hebe, helbet bi encamê van gengeşeyan wê rast nivîs û rast gotin jî diyar bibin û ziman jî zelal dibe. Di vî warî de giringe ku bêjim, ez ne zimanzanim lê tenê dixwazim di vî warî de tiştekî bêjim, ew jî zertiya hin nivîskar ku xwe rast dibînin û hema yek ser nerîna din jî cewt dibînin.Ev jî di baweriya min de, girêdaye bi bingehî zanistiyê ya ku ew rewşenbîr an nivîskar li ser paldaye, ji xwe gelek tiştên me beyarin û em li gor cîhanê bi çarpîkan derin, lewma divê em xwe hênî hunera guhdarkirinê bikin û babetên hev baş bixwînin. Hengê nîrx û bersivdan jî pêwîste .

Bi rastî di vê mijarê de dixwazim tenê li ser derbaskirina gotinên biyanî nav zimanê kurdî rawestim, nemaze gotinên Erebî, helbet hin gotin hene ji xwe cîhanî ne û ez tiştekî li ser nabêjim,lê gava gotin bi kurdî hebe, gelo sedem ciyê ku gotina Erebî bi kartê!Ev jî diyare li cem nivîskarên bakûr bi giştî, xwezî wisa tenê ba jî, lê gengeşê dikin ku raste jî ! Tev ku bi zimanê Erebî nizanin, lê bi tundî bi gotinên wan girtine û xwe pê razî jî dikin!Û ji bo vê yekê ez ne bi nejadperestî dibêjim, lê ji mafê meye ku zimanê me xirû kurdî be, nemaze gelek zarav li ceme hene û mirov dikare ji wan ziman temam bike, an jî gotinên nûjen çêbibin li gor demê û zimanê kurdî vê yekê dipejirîne.

Di vê gotarê ezê tenê li cem du babetan rawestim, yek di kovara Gulistan jimara yekem hatibû weşandin û ya din jî di enternêtê weşiya bû, helbet bê ku ez têkiliyê bi ramanê herdû nivîskaran bibim.

Di lêkolîna mamoste Mûrad Ciwan ya ku bi navê (Çend pirsên rêzimana Kurdî) di kovara Gulistanê jimara yekem de hatiye weşandin. Rastî ez matmayî mam çimkî mamoste bi zimanê zimanzan gotara xwe nivîsandiye û doza rastnivîs û rastaxaftin kiribû, ji xwe di pêşî de zelal kirina ziman û deyn kirina gotinên jî kiribû, çi ji zaravên kurdî û çi ji zimanên din.Vê yeka ku hişt ez matmayî bimînim; ma gilo ne divabû di pêşî de ew li gor daxwaz û şîretên xwe here û bi cîwar bike!An şîretên wî ji xwendevanan re ne, ne jê re ne ! Keko xwedê hişto ma ê doza paqişkirina ziman bixwaze, hewqas gotinên beyanî tev li lêkolîna xwe dike !Ji xwe ez têkiliyê bi naveroka babetê nakim, lê tenê dixwazim ji xwendevanan re bêjim ku min çar rûpel ji babeta mamoste Murad ve xwend û min dît ku şêst û du gotinên Erebî tê de cî kirtibûn û hin ji wan gotinan sê,çar çaran jî dubare kiriye! Ji xwe ewî gotiye ku gava gotin tunebe mirov dikare deyn bike ji zimanên din,lê çêra hebûna gotinan û nezaniya bi hebûna wan nekiriye! Helbet dizanim ku mamoste Murad bi Erebî nizane, lewma jê heye ku hema gotin ne Tirkî be ji xwe Kurdî ye,lê mixabin heta di vê yekê de jî hin gotinên Tirkî deyn kiriye ! Diyare ku ev kêşe jê re ne giring e, ji ber wisa xwe ne westandiye ku zimanê lêkolîna xwe xirû bi Kurdî binvîsîne tev ku di mijara rêziman deye .Û ji bo ev kêşe diyar bibe ezê di xiştekî de piraniya van gotinan binvîsim weke mamoste ew bi karanîne û li himber jî kurdiya wan çi ye! Ji xwe hin ji wan gotinên bikaranîna wan di zimanê kurdî de bê wateye û bikaranîna wan di zimanê Erebî de gelek wateyan jî dide,lewma ezê nizanibim kîjan wateyê ji mamoste Murad re binvîsim !!.

Gotinên ErebîKurdiya wan
îmkanşiyan (tewanayî)
wasite - edatbijêvanî - amraz
dersxwendin
dersxanedibistan
huqûqîmafnasî
muhtacniyaz, pêdivî
xusûsîtaybet
meselekêşe
kemilandintekûz
meziyetciyakar
şexsîferdî
kitêbpirtûk
şahidbîner, dîdevan
cumelehevok
teb'axurist
qebûlpejirandin
baqilbihiş
îdarekargêrî
mecbûrbê çare
xelqxelk
muhawelepirhobe, pîkol
redveger-bersiv
derecerade, paye
muhîmgiring
tehdîdsînor
qenaetbawerî
tesbîtçespandin
lehcezarav
resmîfermî
qaîdebingeh, binyat, binkok
tarifdanasîn
munaqeşgengeşe
texrîbxerakirin
basîtsade, asan
ma'newate
fiîllêker
israrrêkgirtin
eslîkevnewer
bil'ekisberevajî
fikrraman

Helbet ev hin nemûnene ji gotinên Erebî yên di lêkolîna mamoste Murad de ne .Û hege ne li ser ziman û rêziman bana, dîsa çare jê re hebû lê ka wê care çi be gava zimanzane wisa be! Ji xwe ez ji we venaşêrim gava gotinê çewt hewqas bin di lêkolînek rêzimanî de, ma êdî wê rastqîniya xwe çilo di mejiyê mirovê kurd de bigre!

Gotara duyem jî ya nivîskar Adar Jiyan a ku bi navê Ziman û Raman . Hin gotin mamoste Adar bikaraniye ew jî gotinên Erebî ne wek e : rikn , dinisilin ,difikire…li himber wan jî kurdî heye, ji ber wisa mirov li ber disekine û hêvî dike ku nivîskar heta karibe divêt gotinên wî kurdî bin, çimkî ev gotin bela dibin û hêdî hêdî cî digrin lewma xwestek ewe ku em nivîsên xwe zelal bikin bi zanebûn gotinên kurdî sererast û tekûz bikin, ji ber gava carekê gotinek ji nezanî bi kartê, divê ew careke din dubare nebe û dubare kirina şaşiyê kêm,zêde girêdaye bi radeya bîrweriya mirov û hisên wî yên netewî ye! Ji ber kêşe ne kesîtî û fereziye, lê mirovantî û şarezabûne,wêneya gel di zimanê wî de ye û bîreweriya nivîskar di gotinên serê pênûsa wî ne.

Qamişlo 8/8/2002

_______________________

  • nivîskarekî kurd e ji Sûriyê, yek ji damezrînerê navenda Celadet Bedirxan a rewşenbîrî li Qamişlo ye.
  • ji berhemên çapkirî :
    - Gotina dawî ( bi erebî )
    - Nerîn û helwest ( bi erebî )

    di bin çapê:

    - Rûpelên zemîna welatekî bê welat ( bi kurdî )
    - Gopalê sor ( çîrok , bi kurdî )
    - Nerîneke rexeneyî di diyaroka paşketina siyasî kurdî li Sûriyê ( bi erebî).

  • Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem
    Arşîva Cegerxwîn?


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1