MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 33, kewçêr 2002

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname


Nameyek ji Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

ROJ ROJA PIŞTGIRIYÊ YE!

9.9.2002

Hêja Kek Mesûd Barzanî bi gotinên xwe, beyanên xwe û di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Almanî re dilê kurdan şad kir. Gotinên wî rih û hestên kurd û kurdayetiyê ne.

Divê îro ji her demî pirtir kurdên hemû perçeyên Kurdistanê piştgiriya beyanên hêja Kek Mesûd Barzanî bikin. Kurdên hersê perçeyan bi can û rih piştgiriya Kurdistana başûr bikin. Hemû rewşenbîr û nivîskarên kurd helwesta xwe li gel kurdên başur bînin zimên û bi şêweyeke eşkere piştgiriya pêvajoya pêşveçûna Kurdistana azad bikin.

Dewleta dagirker a tirk, masmedîa wan, ji beyanên hêja Kek Mesûd Barzanî aciz bûn, nerazîbûna xwe diyar kirin. Helbet ew ê aciz bibin. Lewra ev beyanên ku bi rihê kurd û kurdayetiyê bi devê hêja Kek Mesûd Barzanî hatin gotin, hatin pêşkêşkirin, hesabê dewlet û masmedîa tirkan nayê, loma jî ew aciziya xwe nîşan didin û dibin êrişker.

Serokê partiya faşîst MHPê Dewlet Bahçelî li ser beyana hêja Kek Mesûd Barzanî aciziya xwe dide nîşandan, bi gotinên xwe yê bêexlakî dixwazê wî biçûk bixe, dibêje “Ew kî ye? Bi hêz û qûweta ordiya tirk nizane?” Ma Dewlet Bahçelî kî ye? Mesûd Barzanî ji malbatekî xanedan, arîstokratekî kurd e. Demokrat û welatparêzekî rasteqîn, siyasetmedarekî doza kurd û Kurdistanê ye. Dewlet Bahçelî jî nîv ereb û nîv kurdekî xaîn e. Muqayesa herduyan li cihek bihêlin -ji xwe muqayesa herduyan nabe- gelê kurd bi sedan, bi hezaran xaîn û kuçikên wek Dewlet Bahçelî bi pêlava lingên Mesûd Barzanî re naguhirînin û muqayesa vî tiştî jî nakin.

Hinek wezîrên dewleta tirk, nivîskar û rojnamevanên wan ên şoven û nîjadperest bi gotin, beyan û nivîsên xwe êrişê Kek Mesûd Barzanî dikin. Li hemberê van êrişên wan, divê kurd, masmedîa kurdan, rewşenbîr û nivîskarên kurdan bê deng nemînin.

Rewşenbîrê Filîstînî Edward Saîd digot : “Li hemberê debabên -tankên- Îsraîlê, ez bi çek nikaribim şer bikim, ez ê kevir bavêjim debabên wan.” Û weha jî kir, bi keviran êrişê tankên Îsraîlê kir. Rewşenbîr û nivîskarên kurd bi çek nikaribin şer bikin, bila pênûsên xwe wek çek bi kar bînin, bila bi keviran êrişê tankên tirkan bikin, bila bi rih û can piştgiriya hêja Kek Mesûd Barzanî û tevgera kurdên başûr bikin.

Li hemberê êrişkariya dewlet û masmedîa tirkan, belavkirina belavokên partî û rêxistinên Kurdistana bakur helwestekî baş bû. Divê partî û rêxistinên Kurdistana rojhilat û başurê rojava jî bê deng nemînin, ew jî helwesta xwe diyar bikin û piştgiriya Kurdistana başur bikin.

Ji alî redaksiyona kovara Rastî ve destpêkirina kampanyaya ji bo piştgiriya beyanên hêja Kek Mesûd Barzanî û li dijê dewlet û masmedîa tirkan derketin, karekî baş û hêja bû. Divê pêkanîna kampanyayên weha bê berdewam kirin. Ne tenê li Swêdê, li hemû welatên Ewropayê, li Tirkiyê û Kurdistanê jî kampanyayên piştgiriyê bên organîzekirin.

Divê rewşenbîr û nivîskarên kurd yên li temamê Ewropayê, yên li Tirkiyê û herçar perçeyên Kurdistanê mil bidin kampanyayên piştgiriyê. Divê ew ji bîr nekin, îro ji herdemî pirtir pêwîstiya kurdan bi yekîtî û hevkariya hev, bi piştgiriya hevûdu heye. Roj, roja destbiratî, hevkarî û piştgiriyê ye.

Divê mirov malpera Nefel jî pîroz bike ku, ew bi nivîs û nûçeyên xwe piştgiriya beyanên Kek Mesûd Barzanî û Kurdistana başûr dikin. Nefel di gelek waran de karê hêja dike. Beyan û hevpeyvînên Kek Masûd Barzanî di cî de, di wextê de di malpera Nefelê de diweşînin û bi saya malpera Nefelê bi hezaran xwendevanên kurd ji van tiştan haydar dibin.

Dema min ev rêzên jorîn nivîsîn, di nûçeyên televizyonan de hat ragihandin ku Kek Mesûd Barzanî û Mam Celal Talabanî hevûdu dîtine, civîn pêk anîne. Bi bihîstina vê, gelek keyfa min hat ku serokên herdu hêzên kurd, di Kurdistana azad de hatine cem hev û li ser rewşa kurd û Kurdistanê dîtinên xwe ji hevûdu re pêşkêş kirine, bi hev kirine û peyman çêkirine.

Ev hevûdu dîtina serokên herdu hêzên kurd û peymana wan nirxeke dîrokî ye, bi qîmet û rûmet e. Divê hemû kurd, temamê partî û rêxistinên herçar perçeyên Kurdistanê piştgiriya vê peymanê bikin.

Lokman Polat: [email protected]
Sekreterê Komela Nivîskarên Kurd Li Swêdê

__________________________________________

Bo Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê

BERSIVNAME

10.9.2002

Hêjayan,

Nameya we di gavek pirr dîrokî de hat daku piştgiriyê li gelê kurd bike. Li başûrê Kurdistanê gelê me ji herdemê zêdetir nêzî azadbûnê ye. Tevî ku bi fermî basa dewletek federal bê kirin jî, di rastiyê de - wek ku rojnameya The Economist a îngilîzîziman jî pêşbînî dike - kurd niha gavên mezin ber bi serxwebûnê ve diavêjin. Ta niha dewletên mezin ên mîna Amerîkayê dijî avakirina dewletek kurdî bûn ji ber ku dijî berjewendiyên wan bû lê niha Amerîka jî bi çavên xwe dibîne ku nikare dostaniyê li gel tirk û ereb û farisan bike loma divê piştgiriya kurdan bike.

Bûye firtoneya qûna dewleta tirkan jî ji ber ku ew gelekî ji xwe ditirsin. Mesûd Barzanî di vê dawiyê de gelek gotinên giring kirin û bi zelalî da diyarkirin ku ew bi ti awayî ji gef û hereşe û tehdîdên tirkan natirse. Û bi rastî diyar e ku tirk dê nikarin di vê derfet û delîvê de tiştekî bikin jî. Jixwe têkiliyên tirk û amerîkiyan jî sist bûne û hema li ber xerabbûnê ne.

Bi rastî gefên Bahçeli, yên dibêjin ku Barzanî hêza leşkerên tirk nas nake, rast in! Ji ber ku di rastiyê de leşkerên tirk hêzek wisan nîn e ku kurd wê hêza nas bikin. Kurdan jî soz daye ku heke tirk şer bixwazin, em amade ne ku Kurdistanê ji wan re bikin gorristan (binere Mehname 32, Rojnameya Birayetî: Serdema gef û hereşeyan raborî).

Di rastiyê de dema kurdan li başûr mafê xwe bi dest xist, êdî Tirkiye dê mîna se û kûçikan neçar û mecbûr bibe ku mafê kurdên bakur jî bide. Û dê ne bi xêra bavê xwe bide lê dê bi zorê bide û nikare nede jî. Berê PKKê PDK wek partiyek herêmî û eşîrî dida nasîn û ev yek pirr bi dilê tirkan jî bû. Lê ji gotinên Barzanî jî diyar e ku ew amade ye bo mafên hemî kurdan bixebite.

Ya niha pêdivî û pêwîst ew e ku em hemî enerjiya xwe bikin yek û piştevanên wan biryar û peymanan bin ku parlemana Kurdistanê li Hewlêrê dê di van demên nêz de bide. Bêguman Tirkiye û PKK dê dijî her pêşketinek gelê kurd bin - hem li başûr û hem jî li bakur - lê di rastiyê de ew dê nikarin tiştekî bikin.

Bi silavên ji dil ên dostane
Husein Muhammed
berpirsê giştî, Kovara MEHNAME
[email protected]
http://welcome.to/mehname

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: [email protected]
Contact us: [email protected]

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
Hosted by www.Geocities.ws

1